Li Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê civîneke krîtîk hat lidarxistin

04-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Parastin, Karên Navxwe û Karên Derve yên Tirkiyeyê û Serokerkanê Artêşê û Serokê Saziya Îstixbaratê li avahiya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê civiyan.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê ya Tirkiyeyê Yaşar Guler, Serokê Saziya Îstixbaratê (MÎT) Îbrahîm Kalin û Serokerkanê Artêşa Tirkiyeyê Metîn Gurak civînek kir.

Li ser naveroka vê civîna krîtîk heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

“Ji Sûriyeyê hatine û li wê derê perwerde dîtine”

Ev civîn piştî wê yekê hat ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê berî civînê bi çend demjimêran di daxuyaniyeke çapemeniyê de li dijî PKK û YPGyê gefa berdewamiya “operasyonên” artêşa Tirkiyeyê xwar û got:

“Piştî vê bûyera dawî (êrîşa PKKyê ya li Enqereyê), di encama xebatên hêzên me yên ewlehî û îstixbaratê de eşkere bûye ku her du terorîst ji Sûriyeyê hatine û li wê derê perwerde dîtine.

Bi vê armancê ez dixwazim li vê derê bînim ziman li Îraq û Sûriyeyê hemû bînasazî, pêgeh û wêstgehên enerjiyê yên PKK û YPGyê  ji niha û pê ve armancên sereke û rewa yên hêzên me yên ewlehiyê, hêzên çekdar û îstixbaratê ne.”

Fîdan herwiha got:

“Ez li vê derê pêşniyar li aliyên sêyem dikim ku xwe ji pêgeh û şexsên YPGyî û PKKyî dûr bixin.

Bersiva hêzên me yên çekdar ji bo vê êrîşa terorî dê zelal be û dê ji pêkanîna çalakiyeke wiha poşman bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst