Welatiyekî Tirkiyeyê jî di êrişa Hemasê de canê xwe ji dest da: Nasname eşkere bû

12-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Îsraîlê ya Tirkiyeyê ragihand ku welatiyekî Tirkiyeyê di êrişa Hemasê ya li Îsraîlê de hatiye kuştin û yek jî winda ye.

Baskê leşkerî yê Hemasê, Tûgayên Îzedîn Qesam roja şemiyê ji nişka ve li Îsraîlê dest bi êrişekê kir.

Êrişa ji nişka ve ya Hemasê bi navê “Tofana Eqsayê” bû.

Çekdarên Hemasê dîwarê ku Xezeyê ji Îsraîlê vediqetîne hilweşand û ji esman jî bi paraşûtan derbasî aliyê din bûn.

Civata Tirk Cihû nasnameya welatiyekî Tirkiyeyê yê ku di êrişên Hemasê de canê xwe ji dest da eşkere kir.

Balyozxaneya Îsraîlê jî ragihand ku di êrişa 7ê Çiriya Pêşînê ya Hemasê de welatiyekî Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye û ji welatiyekî din ê Tirkiyeyê jî wenda ye.

Civata Tirk Cihû hat ragihand, welatiyê Tirkiyeyê yê ku canê xwe ji dest daye Avraam Avî Zakuto ye ku di sala 1972yan de li Îsraîlê bi cih bûye.

Civata Tirk Cihû di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Me di êrişa terorê ya 7ê Çiriya Pêşînê ya li Îsraîlê de birayê xwe Avraam Avî Zakuto yê welatiyê Tirk ê ku di sala 1972an de bi malbata xwe re li Îsraîlê bi cih bû di 52 saliya xwe de ji dest da.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst