Li Deryaya Spî erd hejiya: 4,8

04-09-2024
Nîşan Erdhej Deryaya Spî AFAD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Spî erdhejeke bi mezinahiya 4,8 pileyan rû da.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhejê saet 00:29an rû daye.

AFADê diyar kir ku kûrahiya erdhejê 12,22 kîlometre bûye.

6ê Sibata 2023yan li Mereşa Bakurê Kurdistanê du erdhej çêbûn û van erdhejan bandoreke mezin li 10 bajarên din jî kir.

Li gorî amarên fermî, di erdhejên 6ê Sibatê de 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest da û 107 hezar û 213 kes birîndar bûn.

Ji wê demê ve erdhejên paşekî berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst