Otobusa Sêrtê wergeriya: 1 mirî, 14 birîndar

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrsîn Otobusa Rêwiyan Sêrt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Anamur ser bi parêzgeha Mersinê ya Tirkiyê otobuseke ku ji parêzgeha Sêrtê ber bi Antalyayê ve diçû wergeriya û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan îro Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an li navçeya Anamurê ya Mersinê otobuseke veguhestina rêwiyan ku ji parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ber bi parêzgeha Antalyayê diçû wergeriya ye û di encam de rêwiyekî canê xwe ji dest daye û 14 kes birîndar bûne ku şofêr jî di nav de ye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Welatiyên birîndar bûne bo nexweşxaneyên navçeya Gazipaşa ya Antalyayê hatine veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst