Li Erziromê agir bi otubusa rêwiyan ket

21-08-2023
RÛDAW
Nîşan Erzirom Oltî Otobusa Rêwiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê agir bi otubuseke rêwiyan ket.

Li gorî zanyariyan, li ser rêya sereke ya di navbera Erzirom û navçeya wê ya Oltiyê de ji ber sedemeke nediyar agir bi motora otubuseke rêwiyan ket.

Şofêr dema dît ku dû ji motora otubusê diçe, yekser li kêleka rê otubus ragirt û rêwî peya kirin.

Piştî ku rêwî ji otobusê peya bûn agir bi hemû otubusê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û wan ji bo vemirandina agir dest bi xebatan kir.

Bûyer di nav rêwiyên otubusê de bû sedema tirseke zêde.

Lê tevî vê jî hinek ji rêwiyan hewl da çenteyên xwe yên di otubusê de ji agir xelas bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst