Can Selçukî: Tûra yekem bi dengên Înce û Ogan ve girêdayî ye

04-05-2023
Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana @hevidarzana1
Can Selçukî: Tûra yekemîn bi dengên Înce û Ogan ve girêdayî ye
Can Selçukî: Tûra yekemîn bi dengên Înce û Ogan ve girêdayî ye
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Lêkolîner Can Selçukî yê ku bersiva pirsên Rûdawê da got, “Ez hêvî nakim ku 10 roj beriya hilbijartinê di rêjeya dengên berbijêran de guherîneke girîng çêbibe lê gelo pirsa hilbijartin di tûra yekem de diqede, girêdayî wê yekê ye ku Muharrem Înce û Sînan Ogan bi giştî çend dengan werdigirin.”

Rêveberê Rapora Tirkiyê Can Selçukî îro Pêncşemê 4ê Gulana 2023an beşdarî bultena Rûdawê bû û ji Hêvîdar Zana re behsa pêşbîniyên xwe yên li ser hilbijartinên 14ê Gulanê kir.

Selçukî li ser pirsa gelo di 10 rojên dawî de di dengên berbijêrên ku ji bo serokomariyê hevrikiyê dikin de wê zêdebûneke berbiçav hebe an na wiha bersivand, “Ez hêvî nakim ku 10 roj beriya hilbijartinê di rêjeya dengên berbijêran de guherîneke girîng çêbibe lê gelo pirsa hilbijartin di tûra yekem de diqede, girêdayî wê yekê ye ku Muharrem Înce û Sînan Ogan bi giştî çend dengan werbigirin.”

Selçukî got, “Niha her du di sindoqan de nêzî 8-9 pûanan distînin û bi vî awayî hilbijartin derbasî tûra duyemîn dibe. Di nava 10 rojan de heger her du berbijêr bigihêjin asta 4-5an, Kiliçdaroglû di tûra yekem de dibe dike berbijêrê bi şans.”

Selçukî li ser pirsa ku ji 4 berbijêran kî derdikeve pêş û "karîzmatîk" e anî ziman, “Ev bi wê ve girêdayî ye ku hûn karîzmayê çawa şîrove dikin. Bê şik birêz Erdogan rêberekî xwedî gelek serkeftinên hilbijartinê ye û di nav civakê de hêzeke hez û siyasî ye. Gava ku hûn li profîla wî dinêrin, ew wekî rêberek bihêz, karîzmatîk derdikeve. Her wiha em nikarin bibêjin Kemal Kiliçdaroglu 'ne karîzmatîk e'. Ji aliyekê din ve karîzmaya xwe diafirîne: Hêzeke hevgirtinê ye. Ew karîzma xwe wek 'hêzeke aram' derdixe holê ku beşên cuda yên civakê tîne cem hev. Ji ber vê yekê, li şûna ku mirov bêje 'karîzmayek ji ya din çêtir e', girîngtir e ku mirov li wê binêre di civakê de kîjan zêdetir tê guhdarîkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst