HDPê derbarê îstîfaya Ahmet Şik de daxuyanî da

04-05-2020
RÛDAW
Nîşan HDP Ahmet Şik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HDPê derbarê îstîfaya parlamenter Ahmet Şik de daxuyaniyek belav kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di wê daxuyaniyê de amaje bi wê kiriye ku wan ji hilbijartinên sala 2018an ve, li gel Ahmet Şik kar kirine û ked dane.

HDPê derbarê biryara îstîfayê de jî gotiye ku ew biryareke şexsî ya Ahmet Şik bi xwe bûye û hatiye diyarkirin ku HDPê dê li ser kar û xebatên xwe berdewam be.

Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Ahmet Şik, îro li hejmara xwe ya Twîtterê peyamek belav kir û ragihand ku wî ji HDPê îstîfa kiriye.

Ahmet Şik ku aşkere kir wî roja 1ê Nîsanê biryara xwe ya îstîfayê pêşkêşî partiya xwe kiribû û rexne li rêveberiya HDPê jî girtin û got ji ber “helwesta serdest a li nav rêveberiyê ku dûr e ji demokrasî, hêz, wate û nirxên HDPê” biryara îstîfayê daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst