Dengdêrên Kurd derbarê berbijêrên serokkomariyê de çi dibêjin?

04-04-2023
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dengdêrên Kurd Berbijêrê Serokkomariyê Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ber bi hilbijartinan ve diçe. Li aliyekê namzedê Tifaqa Cumhurê Recep Tayyip Erdogan, li aliye din jî namzede Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglu. Siyaseta Kurd li Bakur namzedê serokkomariyê destnîşan nekir. Tê çaverêkirin ku HDP di demekê nêz de piştgiriya xwe ya ji bo Kiliçdaroglu eşkere bike.

Rûdawê, ji bo nêrîna dengdêrên Kurd bigre li navçeya Beyoglu ya Stenbolê daket taxên Kurdan. Piraniya niştecihên taxên Haciahmet û Hacihusrev piştgirî didin HDP û didin zanîn ku partiya wan kîjan namzede destnîşan bike ew ê jî piştgirî bidin wî. Piraniya niştecihên taxê, dibêjin ji bo pirsa Kurd bê çareserkirin ew ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglu. Dengdêrên Kurd daxwaza çareseriya meseleya Kurd û destpêkirina proseya aştî û çareseriyê dikin.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên 14ê Gulanê nêzîk dibin namzedên her du tifaqên sereke dest bi propagandaya hilbijartinê dikin. Lê siyaseta Kurd namzedê serokkomariyê destnîşan nekir.

Li ser pirsa “Hûnê bi kîjan şertî piştgirî bidin namzedê serokkomariyê?” welatiyên Kurd wiha bersiv dan:

Welatî yê bi navê Rehmî got “Kurdên vê taxê (Taxa Haciahmet) piştgirî didin HDPê. Ez jî wek Kurdekî xêra Kurdan ji ku tê em ê piştgirî bidin wî. Jixwe HDP namzed dernaxe. Namzedê me (Demirtaş) jî li hepsê ye.”

Welatî Gulsum dibêje “Em îro aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwîn birije. Em naxwazin ne polis, ne esker, ne jî gerilla bê kuştin. Em dixwazin Silhedin Demirtaş ji hepsê derkeve. Ma gunehê wî çi ye?”

Welatî Idris diyar kir “Jixwe namzedê me Demirtaş bûya me yê piştgirî bida wî. Em ê pêşî ji bo çareseriya pirsa Kurd dengê xwe bidin. Lê em dibinin ku kes ji bo çareseriyê tevnagere. Bi îhtimalek mezin em ê deng bidin Kiliçdaroglu.”

Tê çaverêkirin ku HDP piştgiriya xwe ya ji bo Kiliçdaroglu eşkere bike Alîgirên HDPê wê li gorî biryara partiya xwe tevbigerin

Welatî Hecî Evdilqadirê Mihacir anî ziman “Em dixwazin her tiştê me baş bibe. Zimanê me bila serbest bibe. Parlamenterên medema li Meclîsê diştexilin dibêjin zimanê te tune ye. Em dixwazin wek însanan serbest bibin. Beriya her tiştî em însan in û em dixwazin wek însanan bijîn.”

Welatî Xezal Boz destnîşan kir“Ez Kurmanc im û ez ê piştgirî bidim Kurdan.”

Welatî got “Ji bo Kurmanca kîjan qenc be em ê piştgirî bidin wî.”

Di hilbijartinan de pirsa Kurd û krîza aboriyê du rojevên sereke ne Kurd piştî hilbijartinan dixwazin proseya çareseriyê dest pê bike Erdogan hêj derbarê pirsa Kurd de tu wehdek negotiye Kiliçdaroglu dibêje ew ê pirsa Kurd li Parlamentoyê çareser bike

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst