Li 11 bajaran operasyon: 30 endamên KESKê hatin desteserkirin

04-03-2025
RÛDAW
Nîşan KESK Operasyon Desteserkirin Îzmîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke ku li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat kirin 30 endamên KESKê hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, Îzmîr jî di nav de li 11 parêzgehan operasyoneke hevwext pêk anî û bi ser gelek navnîşanan de girtin.

Li gorî Ajansa Mezopotanyayê, di operasyonê de li her 11 parêzgehan 30 endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) bi hinceta “dabînkirina çavkaniyên darayî ji bo rêxistinê” hatin desteserkirin.

Hat ragihandin hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî birin Fermandariya Cendermeyan a Îzmîrê û li wir tên ragirtin.

Li gorî agahiyan, hinek ji kesên desteserkirî karmendên dewletê ne ku bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê (KHK) de ji kar hatine dûrxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst