Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin meha borî 16 jin hatine kuştin û 23 jin jî mirî hatine dîtin.
Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin rapora xwe ya Sibata 2025an eşkere kir.
Li gorî raporê, meha sibatê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 16 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.
Her wiha 23 jin jî bi awayekî biguman mirî hatine dîtin.
Li gorî Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin:
3 jin ji ber ku wan xwestiye derbarê jiyana xwe biryarê bidin û ji hevjînên xwe cuda bibin hatine kuştin.
Jineke din bi hinceta ku li ser karnekirina kurê xwe axiviye hatiye kuştin.
Sedemên kuştina 12 jinên din nehatine diyarkirin.
4 ji aliyê hevjînên xwe ve, 4 ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, 3 ji aliyê kurên xwe ve, 2 ji aliyê hevalên xwe yên berê ve, jinek ji aliyê hevalê xwe ve, jinek ji aliyê bavê xwe ve û jinek jî ji aliyê merivekî xwe ve hatiye kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse