Li Aydinê 49 koçberên Efxanistanî û Îranî hatin desteserkirin

19-09-2023
Nîşan Aydin Desteserkirin Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Didimê ya parêzgeha Aydinê ya Tirkiyeyê, 49 koçberên Efxanistanî û Îranî hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê, di rojên dawiyê de zextên li ser koçberan zêde bûne û rojane ji bo desteserkirina koçberan operasyon tên kirin.

Tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Didimê, li Taxa Mavişehirê li hemberî qaçaxçitiya koçberan operasyonek saz kir.

Tîman di nav daristanê de 45 koçberên Efxanistanî û 4 koçberên Îranî desteser kirin.

Li nêzîkî koçberan jî 3 welatiyên Tirkiyeyê bi hinceta qaçaxçitiya koçberan hatin desteserkirin.

Koçber piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Aydinê hatin kirin.

Dadgehê bi hinceta qaçaxçtiya koçberan 3 kes girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst