HDP: Desthilatdariya Tirkiyê xwedî li kesên weke Musa Orhan derdikeve

03-09-2020
RÛDAW
Berdevka Encûmena Jinên HDPê Ayşe Acar Başaran dibêje ku desthilata Tirkiyê weke pêwîst serederiyê li gel bikujan nake / Wêne: Rûdaw
Berdevka Encûmena Jinên HDPê Ayşe Acar Başaran dibêje ku desthilata Tirkiyê weke pêwîst serederiyê li gel bikujan nake / Wêne: Rûdaw
Nîşan HDP Ayşe Acar Başaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Encûmena Jinên a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran ragihand ku desthilatdariya Tirkiyê xwedî li “tecawizkarê weke Musa Orhan” derdikeve tevî ku di dosyeyê de sûcê wî eşkere ye.

Berdevka Encûmena Jinên HDPê Ayşe Acar Başaran civîneke rojnamevaniyê encam da û ragihand ku di meha Tebaxê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 23 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin, lê desthilata Tirkiyê weke pêwîst serederiyê li gel bikujan nake û berovajiyê vê yekê piştevaniyê li bikujan dike da ku jin dest ji têkoşîna xwe berdin û tevlî sîstema zilamsalariyê ya desthilata Tirkiyê bibin.

Ayşe Acar Başaran got jî, ji ber polîtîkayên desthilata Tirkiyê, êdî jin nikarin ewle bijîn û li Tirkiyê ti garantiya jiyana wan tine ye.

Başaran amaje bi wê yekê kir ku li Tirkiyê jin di nava ewlehiyê de najîn û wiha pê de çû: “Her roj bûyerên kuştina jinan hene û berpirsê sereke yê kuştina jinan jî desthilata AKPê ye ku li dijî jinan axaftinên dijminane dike û piştevanê bikujan e. Li şûna ku desthilat rê li kuştina jinan bigre, berovajiyê wê; kuştina jinan rewa dike û weke karekî asayî dibîne û jixwe tişta ku desthilatê jî dixwest her ev bûye. Dixwaze tundûtîjiyê asayî bike û li gel vê asayîkirinê jî wisa bike ku jin nekaribin ewle bijîn û lewra jî serê xwe li hemberî desthilatê biçemînin. Dibêjin ku tevlî vê sîstema me ya zilamperest bin û bi ti awayî beşdarî têkoşînê nebin.”

Berdevka Encûmena Jinên HDPê herwiha bal kişand li ser efserê artêşa Tirkiyê Musa Orhan ku destdirêjiya keça Kurd a xelka Êlihê Îpek Er kiribû û bibû sedema xwekuştina wê, û diyar kir ku li dijî berdana Orhan nerazîbûn û hêrsa jinan bilind dibe û got: “Lê mixabin em dibînin ku çapemeniya nêzî desthilatdariyê û berdevkên desthilatdariyê xwedî li Mûsa Orhan derdikevin û wî diparêz in. Hema bêje her roj hin nivîsên ku Îpek Er sûcdar dikin û didin nîşandan û Mûsa Orhan jî mexdûr didin nîşandan tên nivîsandin. Wî bi xwe gotibû ‘tiştek bi min nayê.’ Tiştek ji Mûsa Orhan nebû, tevî ku di dosyeyê de sûcê wî eşkere ye lê dîsa hat berdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst