Parlamenterê ÎYÎ Partiyê jî li ser Abdullah Zeydan daxuyanî da

03-04-2024
Nîşan ÎYÎ Partî Abdullah Zeydan Ugur Poyraz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Ugur Poyraz bertek nîşanî biryara li ser Abdullah Zeydan da.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin, gelek kes û aliyên siyasî bertekan nîşan didin.

“Divê li Wanê hilbijartin were dubarekirin”

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Antalyayê Ugur Poyraz got:

“Heke dadgehê biryar nedaba û lijneya hilbijartinê namzediya wî qebûl nekira dê wê demê namzedekî din bihata destnîşankirin û dê gel jî li gorî vê yekê biryar bidana.”

“Ev xespkirina vînê ye”

Ugur Poyraz destnîşan kir, “Divê li Wanê hilbijartin were dubarekirin” û got:

“Dema hûn îradeya xelkê tune bihesibînin û mazbatayê bidin namzedê rêza duyem, ev xespkirina vîna hilbijêran e.”

Çi bûbû?

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Abdullah Zeydan dema ku parlamenterê HDPyê bû, sala 2016an hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdetirî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.

Zeydan sala 2022yan hatibû berdanû  piştî ku ji girtîgehê derketibû bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber namzedbûna wî ti asteng nemabûn.

Derket holê ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya hilbijartinan bi du rojan (29ê Adarê) îtirazî dadgehê kiriye û heman dadgehê jî ev biryara xwe betal kiriye.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst