Li Îzmîr û Edenê 15 kes hatin desteserkirin

03-04-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Edene Îzmîr PKK Operasyon Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Edenê yê Tirkiyê 8 kesên din bi tometa encamdana xwepêşandan û propagandaya ji bo PKKê hatin binçavkirin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê operasyonên girtin û desteserkirin her roj berdewam in û herî dawî li bajarê Edenê yê Tirkiyê 8 kesên din bi tometa encamdana xwepêşandan û propagandaya ji bo PKKê hatin binçavkirin.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, ew kes li ser banga rêxistinan daketine kolanan û tevlî çalakiyên neyasayî bûne û her wiha li ser torên civakî jî propagandaya PKKê kirine û bi wê tometê jî di operasyonekê de 8 kes hatine girtin.

Li gorî heman zanyariyan, 200 polîs beşdarî wê operasyonê bûne û 8 kesên ku hatine girtin jî bo rêveberiya ewlekariyê hatine veguhestin.

Li aliyê din li bajarê Îzmîrê û navîeyên wê yê Tirkiyê hêzên ewlehiyê operasyonekê destpêkir û di encamê de 7 kes hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst