Xwendekar zêde dibin, dibistan û mamoste kêm dibin

02-11-2023
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Dibistan Mamoste Xwendekar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li gor sala borî li dibistanên seretayî û navendî hejmara xwendekaran zêde bûye û hejmara mamosteyan kêm bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), di çarçoceya “Amarên 100 Salî” de hejmara dibistan, mamoste û xwendekaran eşkere kir.

Li gorî amaran, li dibistanên seretayî û navendî hejmara xwendekaran zêde bûye lê hejmara mamosteyan kêm bûye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heyama perwerdeyê ya 2022-2023yan 18 hezar û 936 dibistanên navendî hebûn.

Ev hejmar, heyama perwerdeyê ya 2023-2024an daketiye 18 hezar û 907 dibistanan.

Li dibistanên seretayî li gorî sala borî hejmara mamosteyan ji 310 hezar û 477an daketiye 299 hezar û 967an.

Hejmara xwendekaran jî ji 5 milyon û 433 hezaran bûye 5 milyon û 535 hezar.

Li dibistanên navendî jî li gor sala borî hejmara mamosteyan ji 376 hezar û 747an daketiye 372 hezar û 536an.

Li dibistanên navendî hejmara xwendekaran jî ji 5 milyon û 293 hezaran bûye 5 milyon û 524 hezar.

Herwiha hejmara dibistanên navendî ji 18 hezar û 936an daketiye 18 hezar û 907an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst