Tirkiyê welatiyekî Brîtanî dersînor kir

02-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê, bi hinceta bi awayekî neyasayî derbasî nav axa wê bûye welatiyekî Brîtanî dersînor kir.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, 28ê Hezîrana 2022an ji ber bi awayekî neyasayî derbasî nav axa Tirkiyê bûbû welatiyê Brîtanî Joshua Toussaint ê 28 salî, li navçeya Muratlî ya ser bi parêzgeha Tekirdagê ve hatibû desteserkirin.

Joshua Toussaint, piştî desteserkirinê bi armanca dersînorkirinê bo Navenda Paşde Vegerandinê ya Pehlivankoyê hatibû radestkirin.

Piştî karên Toussaint li Navenda Paşde Vegerandinê ya Pehlivankoyê hat temamkirin, ji Balafirxaneya Stenbolê bo Brîtanyayê hat dersînorkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst