Nirxê benzînê li Tirkiyê dîsa hate zêdekirin

02-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Benzîn Zêdekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî nirxê sotemeniyê jî her diçe zêde dibe û ji roja Duşemê û pê ve nirxê benzînê 2 lîre û 11 kuruş tê zêdekirin.

Li gor çavkaniyên nûnerên sektora sotemeniyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji roja Duşemê 3ê Temûza 2023an û pê ve nirxê benzînê bi zêdebûna 2 lîre û 11 kuruşan dê derkeve zêdetirî 26 lîreyan.

Piştî vê zêdebûnê nirxê benzînê li Stenbolê 26 lîre û 19 kuruş, li Enqerê 26 lîre 64 kuruş û li Îzmirê jî dibe 26 lîre û 76 kuruş.

Beriya hilbijartinên 14ê Gulanê 1 dolarê Amerîkî bi 19.60 lîreyên Tirkî bû û beriya gera duyem a hilbijartinê 28ê Gulanê derketibû 19.98 lîreyan lê 26ê Hezîranê 1 dolarê Amerîkî 26 lîreyên Tirkî derbas kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst