Xwepêşandanên jinan dijî derketina Tirkiyê ji Peymana Stenbolê berdewam in

02-07-2021
RÛDAW
Di kombûna bajarê Stenbolê de rûbirûbûn di navbera jinan û polîsan de çêbû
Di kombûna bajarê Stenbolê de rûbirûbûn di navbera jinan û polîsan de çêbû
Nîşan Peymannameya Stenbolê Jin Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê xwepêşandana jinan beramberî biryara derketina welatê wan ji Peymannameya Stenbolê berdewam e. Biryar e di siberojê de jî xwepêşandanên berfireh bên kirin.

Roja pêncşemê 1ê Tîrmehê di yekemîn roja derketina Tirkiyê ji wê peymannameyê, jinan li Stenbol, Enqere, Izmîr û çend bajarên din ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê  derketin ser cadeyan.

Di kombûna bajarê Stenbolê de rûbirûbûn di navbera jinan û polîsan de çêbû.

Îpek Denîz, xwepêşander, dibêje, “Mafên me berê jî ne parastî bûn, Peymannameya Stenbolê tenê bi nav hebû. Me berdewamî xebat dikir bo bê cîbicîkirin. Niha bi biryareke takekesî bi nerîna wan dikarin dest ji peymannameyê berdin, lê jin destberdar nabin, wê bi pêdagiriya me wê yekê bibînin.”

Demeke zêde bû li Tirkiyê bi hiceta ku ew yasa rewabûnê dide hevregezxwaziyê û şîrêza civakê têk dide, hewlê vekişînê ji peymannameyê hate dan. Ev vekişîn ji aliyê welatên Ewropa û Amerîkayê rexne lê hate girtin.

Nevîn Tatar, xwepêşander, dibêje, “Em li vê derê ne, jiber her rojê herî kêm çend hevalên me yên jin têne kuştin, hûn dizanin an na. Hûn misogeriyê didin ku em jî di siberojê de rûbirûyî heman tiştî nebin, lewra heta dawî em di xweragiriyê de berdewam dibin.”

Herçiqas serokkomarê Tirkiyê dibêje, bi vekişîna wan ji peymannameya Stenbolê rûbirûbûna wan beramberî tundûtîjiya dijî jinan dawî nayê. Lê vê yekê dilgiraniya sazî û rêxistinên jinan jinav nebiriye.

Recep Tayyîp Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê, dibêje, “Di 1ê Tîrmehê de vekişîna me ji Peymannameya Stenbolê, hewil tê dan ku wek vekişîna ji rûbirûbûna tundûtîjiya dijî jinan bê pêşandan, wek ku çawa rûbirûbûna me ligel tundûtîjiya dijî jinan bi peymannameya Stenbolê destpê nekirbû, herwiha vekişîna me jî ji peymannameyê dawiya wê nayê.”

Heta niha Peymannameya Stenbolê ji aliyê 34 welatên endam li konseya Ewropayê hatiye pesendkirin. Tirkiyê piştî derbasbûna 10 salan ji peymannameyê derket derve, ku yekemîn welat bû di 11ê Gulana 2011ê de îmze li ser kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst