Koçyîgît: Divê ji bo mafê hêviyê sererastkirin bê kirin

02-03-2025
Gulistan Kiliç Koçyîgît / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Gulistan Kiliç Koçyîgît / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Gulistan Kiliç Koçyîgît DEM Partî PKK Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku ew li benda gavên erênî yên hikûmetê ne û got, “Divê ji bo mafê hêviyê sererastkirin bê kirin.”

Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bû mêhvana Bultena Bakur û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser rojevê bersivandin.

Koçyîgîtê got ku ji bo Abdullah Ocalan karibe pêvajoyê bi rê ve bibe, divê di çarçoveya "mafê hêviyê" de guherîn werin kirin û pê de çû:

"Ji bo ku Birêz Ocalan karibe vê pêvajoyê bi rê ve bibe, divê rewşa wî were başkirin.

Ango ji bo ku ew karibe birêvebirina pêvajoya PKKyê bike, divê kanalên ragihandinê yên di navbera wî û rêxistina wî de werin vekirin."

Wê da zanîn, ti pêwendiya vê pêvajoyê bi hilbijartina pêşwext re nîne û berdewam kir:

"Niha guherîna rêziknameya partiyê yan navê partiyê li rojeva me nîne.

Em bêhtir li ser bersivdayîna vê bangê, pratîkbûna vê bangê, tiştên ku divê Tirkiye bike, tiştên ku divê siyaseta demokratîk bike, tiştên ku divê parlamonto bike, tiştên ku divê desthilat bike û tiştên ku divê mixalefet bike disekinin.

Bi wê wateyê em difikirin ku bi taybetî di vê demê de divê parlameto berpirsyariyê bigire ser milên xwe.

Em jî amadehiyên xwe di vê çarçoveyê de dikin. Li aliyekî jî em li ser amadehiyên guherînên yasayan ên li parlamentoyê dixebitin.

Hikûmet çi amadehî kiriye em hê nizanin. Ev pêvajoyek e ku divê em bi hikûmetê re jî nîqaş bikin û bi mixalefetê re jî nîqaş bikin.

Di serî de em hîn nizanin bê hikûmetê çi amadehî kiriye. Divê ew bi lezgînî amadehiyên xwe bi me re parve bikin.

Daxwazên me zelal in û derbarê van de amadehiyên me jî hene. Di serî de divê gaveke lezgîn ji bo rakirina tecrîta li ser Birêz Ocalan were avêtin.

Ji bo vê, destxeta me ya yasayî heye ku ji xwe hemû hevalên me yên parlamenter îmze kiriye."

"Divê di çarçoveya mafê hêviyê de sererastkirin bê kirin"

Koçyîgîtê tiştên ku divê ji aliyê hikûmetê ve bên kirin rêz kirin û got:

"Di çarçoveya mafê hêviyê de, ku ev pêşniyara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bû, her wiha divê li ser girtiyên nexweş bi lezgînî sererastkirin bê kirin.

Li dijî girtiyên siyasî li girtîgehan hiqûqeke cezayê cudaker heye. Ew li girtîgehan zêdetir dimînin. Divê ev bi lezgînî were rakirin."

"Divê yasaya têkoşîna li dijî terorê bi lezgînî were guhertin"

Gulistanê bal kişand ser “yasaya têkoşîna li dijî terorê” û pê de çû:

"Li Tirkiyeyê ji ber pirsgirêka Kurdan yasaya têkoşîna li dijî terorê heye û her kes ji bo gotinekê, ji bo lebatekê, ji bo çalakiyekê dikare gelekî bi lezgînî wekî terorîst were ragihandin û dikare biçe girtîgehê.

Bi wê wateyê divê yasaya têkoşîna li dijî terorê bi lezgînî were guhertin. Ev in ên ku ez ewil rêz dikim.

Helbet, ji bilî van, pêşniyara qanûnê ya 10 partiyan, 10 partiyên siyasî, ji bo rakirina pratîka qeyûman heye.

Di serî de divê ev mesela bi lezgînî were û bibe yasa. Li ser vê mijarê ji bo her mijarê nîqaşên me yên yasayî hene, amadehiyên me hene, komîsyona me ya hiqûqê li ser vê xebitiye.

Wan encam jî amade kirine lê li ser vê mijarê helbet divê hikûmet jî gavekê biavêje. Divê li ser van pêşniyaran bi hikûmetê re were axaftin û divê hikûmet bi lezgînî gavekê biavêje.

"Divê tenê bi razîbûnê nemîne"

Niha gelekî tê axaftin ku banga 27ê Sibatê bi razîbûn hat pêşwazîkirin. Him Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, him jî Serokkomar Recep Tayyip Erdogan.

Lê divê ev pêşwazî tenê bi razîbûnê nemîne. Divê bi lezgînî gavên pratîk bên avêtin, gavên yasayî bên avêtin. Ji bo ku Tirkiye bi rastî bibe welatekî demokratîk divê sazkarî bên kirin."

"Di bingehê de bêbaweriyeke heye lê ev bêbawerî li hemberî hikûmetê ye"

Koçyîgîtê da zanîn ku li dijî vê pêvajoyê ti helwesta berevajî ji aliyê DEM Partiyê ve nîne û her kes piştgiriyê dide pêvajoyê û wiha domand:

"Him di partiya me de, him di nav gel de, him jî di hemû dezgehên me de piştgiriyeke temam ji bo banga Birêz Ocalan heye.

Ji ber ku birêz Ocalan vê pêvajoyê bi rê ve dibe, ji bo Birêz Ocalan û pêvajoya ku wî dest pê kiriye baweriyeke mezin heye.

Helbet ma bêbawerî nîne? Bêbawerî heye lê bêbawerî bêhtir ji ber pratîkên desthilata AKPyê derdikeve holê.

Ew jî çi ne? Ji wê demê ve ku van nîqaşan dest pê kiriye, ji 1ê Çiriyê Pêşîn ve jî hem tayînkirina qeyûman berdewam dike, hem jî girtin berdewam dikin, ji ber van di partiyiyan de bêbaweriyeke heye lê ev bêbawerî wekî ku min got li hemberî hikûmetê û polîtîkayên hikûmetê ye.

Lê tiştê ku Birêz Ocalan dixwaze bike û pêvajoya ku dest pê kiriye, li ser vê baweriyeke temam heye û bi rastî jî her kes ji ber vê kêfxweş e, hemû hevalên me jî vê baş dizanin ku ev serdemeke nû ye."

"Em wekî pêvajoyeke ku li gorî hilbijartinan hatiye sazkirin nabînin"

Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê diyar kir ku ew bi çavê hilbijartina pêşwext li pêvajoyê nanêrin û axaftina xwe bi vî rengî domand:

"Bi rastî em vê nîqaşê û pêvajoyê wekî pêvajoyeke dem û rewşa niha û mîna pêvajoyeke ku li gorî hilbijartinan hatiye sazkirin nabînin.

Birêz Ocalan jî qet bi vî awayî li mesleyê nanêre. Tewr berevajî vê, di vê mijarê de hişyariyan dike. Dibêje, bila ti kes vê pêvajoyê, van nîqaşan li gorî berjewendiyên partiya xwe, li gorî berjewendiyên demê şîrove neke.

Bila ti kes bi vî rengî lê nenêre dibêje. Ev meseleyeke dîrokî ye. Em karekî dîrokî dikin. Em karekî cidî dikin.

Bi vê wateyê ev ne mijarek e ku ti partiya siyasî karibie wê îstismar bike.

Em behsa paşeroja Tirkiyeyê dikin. Em behsa mafên gelê Kurd dikin. Em behsa mesleyeke ku mesrefê wê pir giran e dikin.

Bi wê wateyê em bi vê cidiyetê nêzikî vê mijarê dibin. Îro nîqaşeke me ya piştevanîkirin an nekirina yekî di hilbijartineke pêşwext de nîne.

Armanca me ya bingehîn, motîvasyona me ya bingehîn bi rastî bi rêyên demokratîk û aştiyane çareserkirina pirsgirêka Kurdan e.

Demokratîzekirina Tirkiyeyê, avakirina Komara Demokratîk û di nav vê de bidestxistina maf û statûya Kurdan, bidawîkirina wê têkoşînê ye ku Kurd heta niha dimeşînin.

"Nîqaşa hilbijartina pêşwext îro li ser maseya me nîne"

Wekî her kesî, wekî her gelî bi rastî Kurd jî dixwazin bi wekhevî û azadî bi awayekî demokratîk bijîn.

Lê em tenê ji bo xwe naxwazin. Em ji bo hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, ji bo hemû baweriyan û ji bo hemû beşên civakê dixwazin.

Bi wê wateyê nîqaşa hilbijartina pêşwext, îro li ser maseya me nîne. Me ti carî li vê pêvajoyê wekî berjewendiya partiyekê nenêriye."

"Ji bo ku Ocalan vê pêvajoyê bi rê ve bibe, divê rewşa wî were başkirin"

Gulistanê derbarê daxwazên xwe yên ji hikûmetê jî wiha got:

"Ya yekem rewşa Birêz Ocalan e. Me roja ewil got, îro jî dibêjin. Ji bo ku Birêz Ocalan karibe vê pêvajoyê bi rê ve bibe divê rewşa wî were başkirin.

Ango ji bo ku ew karibe birêvebirina pêvajoya PKKyê bike, divê kanalên ragihandinê yên di navbera wî û rêxistina wî de werin vekirin.

Ji bo bi rastî were birêvebirineke temam, divê zemin were amadekirin ku birêz Ocalan karibe bi her kesî re hevdîtinan pêk bîne.

Ev yek ji sernavên nîqaşê ye. Ya din helbet sazkariyên yasayî ne. Ji girtiyên nexweş bigirin heta bi yasaya ceza, ji yasaya têkoşîna li dijî terorê bigirin heta bi yasaya qeyûmtiyê gelek mijar hene.

Divê bi lezgînî li ser hemû van li hev rûnin, hevdîtinan bikin, nîqaşan bikin û biaxivin. Sirri Beg jî di hevpeyvîna xwe de gotibû ku dê di vê çarçoveyê de nîqaş, hevdîtin û têkilî çêbibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst