Nagehan Alçi: Bahçelî bi Demîrtaş re axivî

02-03-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Selahattîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamegera Haberturkê Nagehan Alçiyê ragihand ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî bi telofonê bi hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş re axivî.

Nivîskar û rojanemgera Haberturkê Nagehan Alçiyê diyar kir ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî bi  hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demîrtaş re bi telefonê axivî ku di Girtîgeha Edîrneyê de ye.

Nagehan Alçiyê got, "Agahiya ku gihiştiye min ew e ku Birêz Bahçelî bi telefonê bi Selahatîn Demîrtaş re axiviye.

Di navbera wan de axaftinek bûye ku Baheçelî ji bo piştevaniya Demîrtaş kêfxweşiya xwe aniye ziman.”

Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê jî wiha got, "Agahiyeke wiha li cem me nîne. Em nikarin vê mijarê piştrast bikin.”

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.

Demîrtaş derbarê banga Abdullah Ocalan nivîsek nivîsandibû.

Demîrtaş gotibû, "Devlet Bahçelî, Recep Tayyîp Erdogan û Abdullah Ocalan ên ku di navenda lêgerîna nû de ne, bi hatina meha Remezanê berê xwe yê yekem da.

Her yek ji wan ku hêzên nûnertiya beşên ku temsîl dikin in, hem kesên ku gelekî bi wan re bawer dikin hene, hem jî yên ku bawer nakin û nîgeran in jî.

Erdogan, Bahçelî û Ocalan... Ji bo ku ev her sê serokên ku ji bo aştiya Rojhilata Navîn, aştiya dîrokî ya Kurd-Tirk înîsiyatîf girtine serkeftî bin, ez dê zêdetirî ya ku ji destê min tê bikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst