Biryara dûrxistina rêveberiya TTByê bû sedema nerazîbûnan: ‘Em bi TTByê re ne’

01-12-2023
RÛDAW
Nîşan TTB Nerazîbûn HEDEP CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryara jikardûrxistina rêveberiya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) bû sedema nerazîbûnan.

Li nav dadgehê biryara dûrxistina rêveberiya konseya navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) hat protestokirin.

Roja 30ê Çiriya Paşînê 31emîn Dadgeha Aslîyeyê ya Hiqûqê ya Enqereyê biryar da ku Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci û endamên konseya navendî ya wê yekîtiyê ji kar werin dûrxistin.

Biryara dadgehê bû sedema karvedanan û hinek aliyên siyasî û saziyên sivîl nerazîbûn nîşan da.

“Em her tim bi TTByê re ne”

Hevseroka HEDEPê Tulay Hatîmogullariyê li ser mijarê got:

“Em bi ti awayî vê yekê qebûl nakin. Em careke din sozê didin ku em dê ligel hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê li dijî vê rejîma zordar têkoşîneke berfireh bimeşînin.

Di wijdana me û civakê de ti wateyeke vê biryarê nîne. Em her tim bi TTByê re ne.”

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel jî li ser hesabê xwe ya tora civakî ragihand:

“Jikardûrxistina endamên Konseya Navendî ya TTByê li dijî hiqûqê ye. Em li şaredariyan û li rêxistinên pîşeyî jî ku wek saziyên dewletê ne li dijî qeyûman in.

Em dê li ser parastina hiqûqê û piştevaniya organên hilbijartî yên TTByê berdewam bin.”

Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî diyar kir ku ew ligel mafê tenduristiyê ji bo dadmendî, azadî û demokrasiyê jî têdikoşin û dê paş de gav navêjin.

“Ev têkoşîn dê berdewam be”

Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanciyê got:

“Ew dixwazin gotinên me yên li dijî polîtîkayên wan ku tenduristiyê dikin bazirganî, mirovan tune hesab dikin û me bênirx dikin asteng bikin. Dikarin asteng bikin? Na, bi ti awayî nikarin asteng bikin.

Ji ber ku em dê gotina xwe li her derê bêjin. Herwiha ji bilî endamên me 65 odeyên me yên bijîşkan hene. Ew jî dê gotinên me belav bikin û ev têkoşîn dê berdewam be hevalno.”

Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, piştî ku 20ê Çiriya Pêşîna 2022yan bikaranîna çekên kîmweyî ya Tirkiyeyê ya li dijî gerîlayên PKKyê anîbû ziman, 27ê Çiriya Pêşîna heman salê hatibû girtin û ji bo dûrxistina wê ya ji kar doz hatibû vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst