Serokê CHPyê: Em li dijî qeyûman in

01-12-2023
RÛDAW
Nîşan TTB CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê CHPyê Ozgur Ozel got, “Endamên konseya navendî yên TTByê bi awayekî ne hiqûqî ji kar hatine dûrxistin. Çi li ser şaredariyan, çi jî li ser saziyên sivîl be, em li dijî qeyûman in.”

Dadgeha Enqereyê biryar da ku Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincancî û endamên Konseya Navendî ya wê yekîtiyê ji kar bên dûrxistin.

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel têkildarî biryara dadgehê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Ozgur Ozel di daxuyaniya xwe de got:

“Dûrxistina endamên konseya navendî ya TTByê li dijî hiqûqê ye.

Çi li ser şaredariyê, çi jî li ser saziyên sivîl be, em li dijî qeyûman in.

Em dê hiqûqê biparêzin û bi TTByê re bin.”

Çi bûbû?

7emîn rûniştina doza ku ji bo dûrxistina endamên konseya navendî ya Yekîtiya Bizîşkên Tirk (TTB) hatibû vekirin, li 31emîn Dadgeha Aslîyeyê ya Hiqûqê ya Enqereyê hat kirin.

Dadgehê biryar da ku Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korur Fîncanci û endamên konseya navendî ya wê yekitiyê ji kar bên dûrxistin.

Di nava mehekê de komcivîneke giştî ji bo diyarkirina serok û endamên nû dê were lidarxistin û ji bo vê jî şandeyeke 5 kesî wekî qayûm hate tayînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst