Erdogan bangî mixalefetê kir: Divê em destûreke nû û sivîl binivîsin

01-10-2023
Nîşan Erdogan Destûra Bingehîn Bang Mixalefet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ji bo nivîsandina destûreke nû ya sivîl bangî mixalefet û civakê kir.

Heyama nû ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro bi beşdariya Recep Tayyîp Erdogan dest pê kir.

Erdogan di axaftina xwe ya vekirina parlamentoyê de ragihand ku “Divê ji destûra rêveberiya derbeya 12ê Îlona 1980yî rizgar bibin.”

Erdogan ragihand ku demokrasiya Tirkiyeyê ji bo nivîsandina destûreke nû amade ye û got, “Divê em destûreke nû ya sivîl binîvîsin.”

“Li pêşiya me erkekî nû û derfeteke nû heye”

Erdogan di axaftina xwe de wiha got:

“Niha li pêşiya me erkekî nû û derfeteke nû heye. Ew derfet jî piştî salên destpêkê yên komara me ji bo welatê me nivîsandina destûreke nû û sivîl e.

Em dikarin tenê bi vî awayî rastiya nivîsa `Desthilatdarî Bê Şert û Merc a Gel e` ya li pişt kursiya serokatiyê ya li lijneye giştî bi cih bînin.

Berpirsiyariya me ya pêşekî ya hemûyan e ku em Tirkiyeyê ji barê ku rêveberiya derbeyê berî 41 salan dema 12ê Îlonê li pişta milet bar kir, rizgar bikin.

“Têrî Tirkiyeyê nake”

Ev destûra ku di nav 41 salan kêm zêde zêdetir ji 20 carî hat guhertin û bûye bexçikeke pînekirî û di sala 2023yan de têrî Tirkiyeyê nake.

Em ji aboriyê heta dîplomasiyê, ji dadmendiyê heta maf û azadiyan di çarçoveyeke berfireh de dibin şahidê vê rastiyê.

Jixwe mijara destûra nû zêdetir ji 10 salan e di rojeve welat û parlamantoya me de ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst