Erdogan: Divê tirsa êrişên me di dilê wan de her bimîne

07-10-2023
RÛDAW
Nîşan Erdogan Tirkiye AK Partî Kongre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ew dê qat bi qat hesabê xwîna ku rijandine bipirsin û hişyariya “Em dê şevekê ji nişkêve werin” ji dilê bêbextên ku qesta paşeroja welatê me dikin qet kêm nekin.

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, di Kongreya Mezin ya Derasayî ya 4emîn ya AK Partiyê de axivî.

Erdogan behsa berdewamiya operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên li derveyî sînor kir û got:

 “Em dê stratejiya xwe ya nehiştina terorê li çavkaniya wê, bi biryarî bicih bînin. ji PKKyê heta FETO û DAIŞê em dê qat bi qat hesabê xwîna ku rijandine bipirsin.”

 Erdogan gotiye, ew dê tirsa “Emê şevekê ji nîşkê ve bên” qet ji dilê wan “kesên nemerd” kêm nekin.

Serokkomarê Tirkiyeyê behsa guhertina Destûra Bingehîn a welatî jî kir û got:

“Em dê destûreke sivîl, demokratîk û azadîxwaz bînin welatê xwe û komarê bigihînin demokrasiya rasteqîne.”

Erdogan li ser şerê di navbera Filîstîn û Îsraîlê de jî got, ew bang li aliyan dikin ku bi hestiyarî tev bigerin û xwe ji pêngavên bilez dûr bixin ku aloziyan zêde dikin.

Erdogan wiha axivî:

“Em dê stratejiya xwe ya nehiştina terorê ji çavkaniya wê, bi biryarî bicih bînin.Di demekê de ku em li ser rûbirûbûna xwe ya terorê bi biryarî berdewam in, ji bo pêkanîna aşitî û aramiya li navçeyê jî em dê xebatên xwe yên dîplomasiyê zêde bikin.

Ji cîranên me dest pê bike heta hemû welatên li navçeya me, em dê hewl bidin pirsgirêkên xwe bi rêyên diyalog û dîplomasiyê çareser bikin. Ji Rojhilata Navîn heta Qefqas, Balkan û Derya Reş, rawestandina xwîna ku dirije rojeva me ya sereke ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst