Li ser teqîna Enqereyê nêrînên cuda hene

01-10-2023
RÛDAW
Nîşan Teqîna Enqereyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li ber avahiya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê teqînek çêbû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku demjimêr derdora 09:30î 2 kesan bi otomobîlekê êriş pêk anîne, yekî ji wan xwe teqandiye û ê din jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin.

Di encamê de 2 polîs jî bi sivikî birîndar bûne.

Li ser bûyerê Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Dr. Şerîf Menteşe ji Rûdawê re axivî û got ev êrişeke terorîstî ye û destên derve li pişt in.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Dr. Şerîf Menteşe anî ziman:

“Tişta xuya dike, ev êriş ji aliyê wan kesan ve hatiye kirin ku lîstikên wan ên qirêj li ser welatê me hene.

Yên aramî û ewlekariya xelkê dikin armanc, ên awayê rêveberiya welat dikin armanc, ên ku hevgirtin û yekîtiya welat dikin armanc kirine.

Mixabin wek her car hêz û destên qirêj li ser kar in. Nav ne girîng e, lê terorîstên ku yekîtî û aramiya xelkê dikin aramnc ev êrîş kirine.”

Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe, Serdozgeriya Giştî ya Enqereyê jî ragihand ku wan Ii ser bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.

Li ser êrişê nêrînên cuda hene

Serokê Navenda Kafkasamê Hasan Oktay li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî û got:

“Dibe ku ev êriş nîşana nakokiyên di navbera Wezîrê Karên Navxwe yê berê û Wezîrê Karên Navxwe yê niha de be.”

Ew dibêje wisa diyar e ev êriş rasterast li dijî Wezîrê Karên Navxwe yê niha çêbûye.

Serokê Navenda Kafkasamê Hasan Oktay herwiha anî ziman:

“Li pêşiya Navenda Ewlehiyê û Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê pêkanîna êrişeke bi vî awayî gelekî balkêş e.

Dema em êrişên berê yên terorîstan binirxînin, wan êrişên mezintir û bixwîntir kirine.

Niha îhtimala li dijî Wezareta Karên Navxwe êrişeke wiha pêk bînin lawaz e. Dema em li êrişên terorîstî yên berê li Enqerê hatine kirin dinêrin ev êriş ji êrişeke terorîstî ya ji derve zêdetir dişibe êrişeke navxwe.

Hûn dizanin piştî wezîrê navxwe hat guhertin oparasyonên li dijî rêxistinên terorê berfirehtir bûn.

Lewra tê gotin ku di navbera wezîrê navxwe yê berê û yê niha de alozî hene, divê mirov wê yekê jî bibîne.”

Piştî bûyerê hemû rêyên ku diçin wê sêgoşeya Wezareta Karên Navxwe, Wezareta Parastinê û Parlamentoya Tirkiyeyê lê ne ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.

Ev êriş di demekê de ye ku îro piştî betlaneya havînê, roja yekem a destpêkirina civînên Parlementoya Tirkiyeyê bû.

Heta niha ti rêxistin an grûpan êriş negirtiye ser xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst