Mazlûm Ebdî li ser teqîna Enqereyê daxuyaniyek da

04-10-2023
RÛDAW
Nîşan Mazlûm Ebdî Teqîna Enqereyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî derbarê teqîna Enqereyê de got, “Wekî ku rayedarên Tirkiyeyê îdia dikin, kiryarên êrişa Eneqereyê ji herêma me derbas nebûne.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser teqîna Enqereyê daxuyaniyek belav kir.

Mazlûm Ebdî idayên rayedarên Tirkiyeyê red kirin û wiha got:

“Wekî ku rayedarên Tirkiyeyê îdia dikin, kiryarên êrişa Eneqereyê ji herêma me derbas nebûne û em ne alîgirê nakokiyên navxweyî yên Tirkiyeyê ne û ne jî gurbûna aloziyan teşqwîq dikin.”

Fermandarê HSDyê Mazlûm Ebdî diyar kir ji bo ku Tirkiye erişî Rojavayê Kurdistanê bike li hincetan digere û wiha anî ziman:

“Tirkiye li hincetan digere ku êrişên xwe yên li ser herêma me meşrû bike û êrişeke leşkerî ya nû bike ku ev yek cihê nîgeraniya me ye.

Gefên ku binesaziya herêmê, çavkaniyên aborî û bajarên niştecihbûyî dikin hedef, tiştê ku me berê jî dîtibû sûcê şer e.”

Herwiha Ebdî ji bo ku rê li ber êrişên Tirkiyeyê bên girtin bangî welatên garantor û civaka navdewletî kir û wiha pê de çû:

“Em ji aliyên garantor û civaka navdewletî dixwazin ku li hemberî van gefên ku gelek caran tên kirin helwestên guncaw wergirin û aştî û aramiyê li navçeyê misoger bikin.”

Çi bûbû?

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihandibû ku 1ê Çiriya Pêşîn demjimêr derdora 09:30î 2 kesan li Eqnereyê bi otomobîlekê êriş pêk aniye.

Yerlîkaya daxuyand ku yekî ji wan “xwe teqandiye” û yê din jî “ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin”.

Alî Yerlîkaya ragihand ku di êrişa bombeyî de 2 polîs birîndar bûne.

Li aliyê din, HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst