Mirovên girtiyên Sûriyê daxwaza diyarkirina çarenivîsa wan dikin

30-06-2023
Loloxan
Mirovên girtiyên Sûriyê daxwaza diyarkirina çarenivîsa wan dikin
Mirovên girtiyên Sûriyê daxwaza diyarkirina çarenivîsa wan dikin
Nîşan Sûriye Girtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Idlibê malbatên girtiyan û kesên wenda yên şerê navxwe yê Sûriyê li benda wê yekê ne ku çarenivîsa mirovên wan yên girtî diyar bibe. Ev jî di demekê de ye ku li gorî Komîteya Navdewletî ya taybet bi wendabûyan li bajarê Lahê, bi kêmî 130 hezar Sûrî ji ber şerê navxwe wenda ne.

Li Idlibê, Um Mihemed li benda wê yekê ye ku telefonekê an nûçeyekê derbarê hevjînê xwe yê girtî de ji ber şerê navxwe yê Sûriyê bibihîze. Bi dilekî şikestî rewşa xwe şirove dike.

Hevjîna girtiyekî şerê Sûriyê Um Mihemed got, “Tenê sozan didin me, îro û sibê, gelekî dereng ketine. Ew kesên ku di 10-15 salên borî de rûbirûyê îşkencedanê bûne, niha rewşa wan çawa ye? Eger hevjînê min piştî 12 salan hat azadkirin dibe ku ez û zarokan wî nas nekin. Ez sal û nîvekê di zindanê de mam rewşa min guherî, gelo yên 13-14 salan girtî bimînin wê çi rewşa wan be? Ti zanyarî li ser wan nînin. 15 kesên min wenda ne.”

Li Qamişlo jî bavê Ferhad Hemû ye peyamndêrê Rûdawê ku ji 2014an ve ji aliyê DAIŞê ve hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e, derbarê sazkirina komîteyekê bo zanîna çarenivîsa girtî û wendayên şerê navxwe yê Sûriyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi guman e.

Bavê Ferhad Hemo Hamid Hemo got, “Derbarê sazkirina komîteyê de ku wê li Amerîkayê be, û tenê kar li ser Internetê û îmêlan bike tiştekî vala ye. Eger wê ev komîte bi awayekî ciddî kar bike divê derbasî zindanan bibe û ligel girtiyan biaxivin, ji xeynî vê yekê vala ye. Ev 10 sal derbas bûn, û rêxistin tenê sozan didin, û tiştek nekirine. Eger dixwazin komîte bi ciddî kar bike divê derbasî zindanan bibe.”

Rêxistinên mafnas û çalakvanên Sûrî jî li bendê ne ligel komîteya Neteweyên Yekbûyî ya pêşbînîkirî karekî ciddî bikin daku çarenivîsa girtî û wendayên şerê navxwe yê Sûriyê bizanibin.

Çalakvana Sûrî Wefaa Mistefa jî anî ziman, “Hevtirîp ligel vê saziyê divê karekî zêde bê kirin. Belê em dixwazin çarenivîsa bi sed hezaran kes bizanibin. Lê mixabin em dixwazin wan kesan rizgar bikin ku îmkan hebe wan rizgar bikin. Lewra ez piştîvaniya vê saziyê dikim ku pêwîst e. Ez astengiyan li ber çav digirim. Ez di wê baweriyê de me ku rejîma Esed hevkar nabe. Lê pêwîstiya me bi vê saziyê heye û bi karekî zêde jî heye.”

Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja Pêncşemê 29 Hezîranê li ser sazkirina komîteyekê derbarê zanîna çarenivîsa girtî û wenadayên şerê navxwe yê Sûriyê deng da.

Li gor Komîteya Navdewletî peywendîdar bi wendayan li bajarê Lahaiyê, bi kêmanî 130 hezar Sûrî ji ber şerê navxwe wenda ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst