Malbatên girtiyan dixwazin bizanibin kurên wan sax in an mirî ne

07-07-2023
Loloxan
Malbatên girtiyan dixwazin bizanibin kurên wan sax in an mirî ne
Malbatên girtiyan dixwazin bizanibin kurên wan sax in an mirî ne
Nîşan Sûriye Girtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 29ê Hezîrana borî de Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo avakirina komîteyeke taybet bi 130 hezar girtî û windahiyên li Sûriyê bi piraniya dengan biryar da. Malbatên girtiyan dixwazin bizanibin kurên wan sax in an mirî ne.

Li kampeke derbiderên şerê navxwe yê Sûriyê ye li Idlibê Kamîle Hemûd a ev 11 sal dibin kurê wê ji aliyê hikûmetê ve di şerê wî welatî de hatiye girtin heye.

Dayika kurekî girtî Kamîle Hemûd got, “Ez dayika kurekî girtî me, ew diçû Lubnanê û bi rê de hat girtin. Sê caran bo wî çûm Şamê, ji min re gotin ne li vir e. Ez bi hêvî me sax be. Niha keça wî 11 salî ye.”

Hisên Hesen jî bavê Mehmûd e ku berî 12 salan hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Bavê Mehmûd ê 12 sal in girtî ye Hisên Hesen anî ziman, “Kurê min navê wî Mehmûd Hisên e, ev 12 sal in girtî ye. Em tiştekî li ser wî nizanin.”

Ev jî dayika yek ji girtiyan e bi navê Îbrahîm ku ji 11 salan ve hatiye girtin û çarenivîsa wî ne diyar e. Ev dayik bi çavekî tijî rondik duayan bo hemû girtiyên Sûriyê dike.

Dayika Îbrahîm a kurê wê girtî ye got, “Ev 11 sal in ew û kurê xalê xwe bi hev re ne diyar in, ji wê rojê ve nehatine. Ji wê demê ve em tiştekî nizanin. Em çend caran çûne Şamê û dest vala vegeriyan. Em nizanin sax in an mirî ne, kurê min sê zarokên wî hebûn, du ji wan bi nexweşiya kezebê mirin û niha keçeke wî maye.”

Roja 29ê Hezîrana borî, Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi piraniya dengan biryar li ser pêkanîna komîteyeke bidûvçûna li ser çarenivîsa 130 hezar girtî û wendayên  Rojavayê Kurdistan û Sûriyê deng da.

Di 70 rojên bê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî komîteyeke serbixwe bo zanîna çarenivîsa wendayên şerê navxwe yê Sûriyê pêk tîne û piştîvaniya darayî bo kesûkarên wan jî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst