Şerê li Helebê gur dibe: Kîlometreyek ma!

29-11-2024
RÛDAW
Nîşan Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) Hikûmeta Sûriyeyê Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê yên serokiya Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) nêzîkî navenda bajarê Helebê ne.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) rêya di navbera Şam û Helebê de kontrol kir ku tenê kîlometreyek dûrî bajêr e.

Hikûmeta Sûriyeyê xwe ji bo êrişeke dijber amade dike.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku komên mixalefeta Sûriyeyê rêya sereke ya Şam-Helebê girtine.

Çavkaniyên xwecihî got:

“Piştî ku rê ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyeyê ve berî salekê hat vekirin, rê nayê dayîn ku kes çûnûhatinê bike.”

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ji bilî wê rêyê rêya di navbera Heleb û Laziqiyê de jî girtiye.

Roja çarşemê, Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) dest bi operasyonekê kir û herî kêm 10 çeperên artêşa Sûriyeyê da ber êrişan.

Beriya operasyona Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ), artêşa Sûriyeyê bi alîkariya Rûsyayê, êrişên asmanî li ser navçeyên derdora Idliba ku di bin kontrola grûpên mixalefetê de ye, zêde kirin.

Li gorî amarên nefermî, di şer û pevçûnan de 102 çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û 19 çekdarên komên din hatin kuştin û 61 leşkerên artêşa Sûriyeyê jî hatine kuştin.

Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û komên din ên mixalefeta Sûriyeyê bi qasî 10 kîlometreyan li derdora Helebê bi pêş ve çûne, çend kîlometreyan dûrî bajarokên Noble û Zehrayê ne.

Ji sala 2020an ve cara yekem e ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ew qas pêşde diçe û derbasî herêmên di bin kontrola artêşa Sûriyeyê de dibe.

Tirkiyê û komên çekdar ên nêzîkî wê ji sala 2016an ve beşeke bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye.

Her wiha pêgehên xwe li parêzgeha Idlibê, bakurê Helebê, bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê ava kirine.

Lêkolerê Foruma Erebî ya Analîza Siyaseta Îranê Mistefa Niêmî bû mêvanê bultena Rûdawê li ser şerê li Helebê bersiv da pirsên Hawar Celaledînê.

Lêkolerê Foruma Erebî ya Analîza Siyaseta Îranê Mistefa Niêmî got:

“Rûsya ji karên ku Îran li Sûriyeyê dike aciz e.Êrişî bingehên çekdarên Îranê tê kirin.

Dibe ku operasyonek li Til Rifatê jî were kirin.”

Ji ber şer û pevçûnan pêleke koçberiyê li herêmê dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst