Sûriye - Ji sedî 90ê xelkê di bin sînorê hejariyê de dijî

23-03-2025
Dilxwaz Mihemed
Îmad Redwan û Bavê Necîm\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Îmad Redwan û Bavê Necîm\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Koln Newroz Kurdên Diyasporayê Almanya Sûriye Siweyda Krîza Aborî Enflasyon Lîreyê Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bêtirî ji 90ê xelkê Sûriyeyê ji ber şer û aloziya navxweyî di bin sînorê hejariyê de dijî.

Xelkê bajarê Siweydayê jî weke xelkê  bajarên din ên Sûriyeyê ji aliyê aborî ve di rewşeke gelekî xirab de ye.

Nebûna meaşan û daketina bihayê pereyên Sûriyeyê, rewşa welatiyan xirabtir kiriye.

Karmendekî ji Siweydayê ku bavê 3 zarokan e, dibêje, ev 4 meh in wî meaşê xwe wernegirtiye û ew neçar e piştî karê xwe karekî din bike da ku karibe debara malbata xwe bike.

Dukandarek jî dibêje, tevî ku heta astekê nirxê pêwîstiyan daketiye lê dîsa jî tevgera li bazarê gelekî sist e.

"Ez hestiyên mirîşkan dikirim"

Karmend bi navê Îmad Redwan behsa rewşa hejariyê kir û got:

"Ez piştî nîvro derdikevim kar dikim, ez otombîlan li vir radiwestînim, ev du hezaran dide min û yekî hezarî û yekî 5 hezaran û niha yekî 10 hezar dane min da ku karibim debara xwe bikim.

Heger ne wiha be ez nikarim debara xwe bikim, ez biçim bidizim, ez nikarim diziyê bikim.

Yên wekî min gelek in li vî bajarî ew kesê pereyê xwe hebin dikare lê kesê vî pereyê wî nebin nikare bijî.

Heger ez biçim kîloyeke mirîşk ji zarokên xwe re bikirim, ez nikarim.

Ez diçim hestiyan dikirim, ez pişt û stûyê mirîşkan dikirim da ku em bikaribin bixwin, ji ber ku ev ji hemû tiştî erzantir e.

Heger ez mirîşkan bikirim, ez dê piştre tenasiyê bikişînim."

"Tevgera bazarê lawaz e"

Li aliyê din dikandarê bi navê Bavê Necim jî behsa krîza aborî kir û got:

“Îro tevgera bazarê gelekî lawaz e. Erzanbûn li bazarê heye lê pere tune ne. Di vê rewşê de zehmet e.

Îro kesek bê tiştekî bikire, wiha temaşe dike, dibêje erzan e lê pere bi min re nînin da ku ez bikirim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst