Efserekî Îranê li Helebê hat kuştin

28-11-2024
RÛDAW
Nîşan Sûriye Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di êrişa Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) a li rojavayê Helebê de fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê Keyûmers Pûrhaşimî hat kuştin.

Li gorî nûçeya Ajansa Tesnîmê ya nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê, Keyûmers Pûrhaşimiyê ku wekî “şêwirmendê leşkerî” hatiye binavkirin, di êrişa komên çekdar de li nêzî Helebê hatiye kuştin.

Di nûçeyê de li ser erkên leşkerî yên Pûrhaşimî ti agahî nehatin dayîn.

Li parêzgehên Heleb û Îdlibê yên Sûriyeyê 2 roj in di navbera Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de şer û pevçûn diqewimin.

Hat diyarkirin ku Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) bi giştî 39 gundên di bin kontrola birêvebiriya Şamê de bi dest xistine.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ya ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku bipêşveçûna HTŞyê ya li gundên Heleb û Îdlibê didome.

Hat gotin ku balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê gelek herêmên Heleb û Îdlibê bombebaran kirine.

Li gorî amarên SOHRê ji doh ve 80 endamên HTŞyê, 19 endamên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê û 54 leşkerên Hikûmeta Sûriyeyê di şer de hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst