Koçber ji Îdlibê vedigerin cih û warên xwe

13-04-2025
Xalid Cemîl Mihemed
Koçberên ku bar dikin /Wêne: Ajans
Koçberên ku bar dikin /Wêne: Ajans
Nîşan Îdlib Koçber Etmê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beşeke mezin ji koçberên herêmên cuda yên Sûriyeyê, vedigerine cih û warên xwe yên resen.

Ji wan herêmên ku koçber lê bicih bûbûn, gundê Etmê yê parêzgeha Îdlibê bû ku li ser sînorê başûrê herêma Efrînê ye.

Koçberek ji xelkên ku ji wî gundî bar dikin û vedigerine navçeyên xwe, dibêje, ew ji sala 2013an ve koçber bûne, lê aniha dem hatiye ku ew vegerin nav mal û warên xwe.

"Ev rizgarkirin ji bo me hat"

Mistefa Ebdula yek ji wan koçberan e ku ji gundê Etmê yê lê koçber bû bar dike got:

"Spas ji Xwedê re, ev rizgarkirin ji bo me hat û aniha em vedigerine warê xwe yê resen Kurnazê."

Ew koçberê Sûrî dibêje, xêrxwazên ji navçeya Kurnazê yên li navxwe û derveyî Sûriyeyê, bi wan koçberan re alîkar bûn, ji bo bikaribin vegerin cih û warên xwe.

Beşek ji wan jî, ji sala 2012an ve koçber bûbûn, lê aniha bi dilxweşî vedigerine cih û warên xwe.

"Em bi serbilindî vedigerin"

Ebdulxenî Debbax koçberekî din ê ku ji gundê Etmê bar dike wiha anî ziman:

"Em bi serbilindî vedigerin û her koçber bi vê vegerê kêfxweş e. Spas ji Xwedê re."

Etmê gundekî bakurê parêzgeha Idlibê ye û li ser sînorê başûrê Herêma Efrînê ye.

Gelek koçberên navçeyên din ên Sûriyeyê li wê derê bi cih bûbûn, lê aniha hin bi hin ew koçber vedigerin cih û warên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst