Ji bo ku ji bin kavilan bê rizgarkirin lingê wê hate jêkirin

28-02-2023
RÛDAW
Ji bo ku ji bin kavilan bê rizgarkirin lingê wê hate jêkirin
Ji bo ku ji bin kavilan bê rizgarkirin lingê wê hate jêkirin
Nîşan Erdhej Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Helebê yê Sûriyê tîmên ku ji bo rizgarkirina Rima Hac Husên ku 30 saet di bin xirbeyên avahiyeke wêranbûyî de mabû, ji bo ku keçikê rizgar bikin neçar man lingê wê yê asêbûyî jê bikin. Rîma diyar kir ku di wê kêliyê de ji bili jêkirinê tu çareyek din tunebû.

Di 6’ê Sibatê de li Mereşê erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6an pêk hatin, li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî bû sedema wêranî û jiyana mirovan.

Mihemmed Huseyîn yek ji endamê tîma rizgarkirinê ye ku çû ber kavilên avahiya 4 qatî ya ku ji ber erdhejê li bakurê Helebê rûxiya, anî ziman ku piraniya kesên di avahiyê de dijîn jiyana xwe ji dest dane, û hinek jî bi brîndarî hatine rizgarkirin.

Mihemmed Huseyîn got “Me hewl dida ku di kavilan de, di nava şîş û betonê de xwe bigihînin mirovan. Wek tunelê bû, em di wê tunelê re derbas bûn û me xwe gihand wê keça ku sax mabû.”

Endamê Tîma Rizgarkirina Karesata Helebê Huseyîn kêliya rizgarkirina Rima Hac Huseyîn a ku 30 saetan di bin xirbeyan de ma bi telefona xwe tomar kir.

Rîma niha li nexweşxaneyê ye û heta niha jê re nehatiye gotin ku bavê wê di erdhejê de canê xwe ji dest daye.

Rima tirsa xwe ya di bin xirbeyan de vedibêje û got “min ji wan re got lingê min jê bikin. Min got jê bikin. Wan pir hewl da ku lingê min xelas bikin lê tu hêvî tinebû, xwîn nema bû. ji ber wê yekê jêkirin. Dema ez di bin kavilan de bûm, li kelêka min cenazeyê zilamekê hebû. Ez pir ditirsiya û min dixwest ez derkevim.”

Li Helebê ku duyemîn bajarê herî mezin û paytexta pîşesazî ya Sûriyeyê ye, di erdhejê de 444 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 163 jê zarok in. Ji ber erdhejê zêdeyî 70 hezar kes bê mal man.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst