UNHCR: Divê alîkariyên ji bo koçberên Sûriyeyî yên ku vedigerin bên zêdekirin

28-01-2025
RÛDAW
Komîserê UNHCRê Filippo Grandi li Helebê ye / Wêne: UNHCR/Youssef Badawi
Komîserê UNHCRê Filippo Grandi li Helebê ye / Wêne: UNHCR/Youssef Badawi
Nîşan UNHCR Filippo Grandi Sûriye Koçber Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîserê UNHCRê Filippo Grandi got ku piştî guherînên li Sûriyeyê derfetên nû derketine û divê alîkariyên ji bo koçberên ku vedigerin bên zêdekirin.

Komîserê Bilind ê Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Filippo Grandi li bajarê Helebê koçberên vegeriyayî ziyaret kirin.

“Veguhastineke siyasî heye ku derfetên nû vedike”

Filippo Grandi got, "Demeke erênî ye. Veguhastineke siyasî heye ku derfetên nû vedike.

Divê em bi rêya alîkariyên mirovî piştgiriyê bidin van kesan.

Her wiha divê em alîkariyên xwe yên mirovî zêdetir bikin da ku vegera wan ewle be.”

Grandi û tîma xwe van rojan li deriyên sînorî yên Sûriyeyê yên bi Tirkiye û Libnanê re rewşa koçberên vegeriyayî dişopînin da ku zanibin rewşa koçberên vegeriyayî çawa ye.

“Koçber rastî astengiyên mezin tên”

Grandi diyar kir ku koçberên ku bi hêvî vegeriyane Sûriyeyê divê poşman nebin û got:

"Ew bi hêvî vedigerin da ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin lê li welatekî ku bi salan e di nav krîz û şer de ye rastî astengiyên mezin tên.

Lewma divê hemû pêwîstiyên jiyanake aram ji bo wan bên peydakirin.”

Koçberên Sûriyeyî yên ku ji Tirkiye, Libnan û Urdinê vedigerin nav malên wêran şok dibin ji ber wê yekê hewara xwe digihînin aliyên pêwendîdar.

“Ne elektrîk heye ne av”

Îsa Ebdullahê ku vegeriyaye Sûriyeyê got:

"Ez vegeriyame lê ne elektrîk heye ne av. Avahî wêran bûne, derûdor qirêj e, înternet nîne û derfetên kar jî nînin."

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji dema rûxina desthilata Esed ve, 200 hezar koçber ji welatên cîran û 600 hezar koçberên navxweyî vegeriyane malên xwe.

Li gorî amaran, hîn jî 7 milyon û 400 hezar kes li navxweyê Sûriyeyê û 6 milyon kes jî li derveyî welêt koçber û derbider in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst