Keştiya ku koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê de ne winda bû

26-01-2025
RÛDAW
Nîşan Keştî Rojavayê Kurdistanê Sûriye Koçber Deryaya Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya ku koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê de ne, li Deryaya Spî winda bûye.

Tê gotin ku keştî îro ji Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve bi rê ketiye.

Keştiyeke koçberan a ku ji Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve diçû, pê re têkilî qut bûye.

Tê gotin ku di keştiyê de koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê de ne, li Deryaya Spî winda bûye.

Mesûd Xelîl Hemo ji Rûdawê re got ku birayê wî jî di keştiyê de ye û keştî saet 13:30î  ji Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve çûye lê beriya ku bigihîje peravên Îtalyayê sotemeniya keştiyê qediyaye.

Nûnerê Penaberan ên ji Ewropayê Vegeriyayî Pêşrew Ebdullah jî ji Rûdawê re got:

"Nûçe rast e û em ji rewşê haydar in. Min serî li Ajansa Çavdêriya Sînorên Yekîtiya Ewropayê (Frontex) da û  wan got ku ti kesî alîkarî ji wan nexwestiye."

“Ew rê gelekî metirsîdar e”

Pêşrew Ebdullah her wiha got:

"Rêwiyên di keştiyê de xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.

Mixabin ew rêya Deryaya Egeyê jî bikar tînin ku diçe Yunanistanê. 

Vê hefteyê sê bûyerên bi vî rengî qewimîn. Ev rê gelekî metirsîdar e."

Li gorî gotinên Mesûd Xelîl yê ji Serê Kaniyê, di keştiyê de 30 kesên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene û çarenivîsa wan nayê zanîn.

Mesûd Xelîl got ku birayê wî Mistefa 24 salî ye û ti agahî ji wî wernegirtine û ji rewşa wî ya tenduristiyê bi endişê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst