Grûpên çekdar êrişî leşkerên Sûriyeyê kir: 11 kuştî, 20 birîndar

26-08-2023
RÛDAW
Nîşan Idlib Artêşa Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li başûrê Îdlibê grûpên çekdar êrişî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê kir, herî kêm 11 leşker hatin kuştin û 20 leşker jî birîndar bûn.

Erişa grûpên çekdar piştî wê hat ku balafirên şer ên Sûriye û Rûsyayê çend roj in derdora Îdlib û Helebê bombebaran dikin.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) li başûrê parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê grûpa Ensar el-Tewhîdê ya El-Qaîdeyê û çekdarên Partiya Îslamî ya Tirkistanê êrişeke hevdem kir.

Li gorî SOHRê, ev êriş weke tolhildana êrişên Rûsyayê yên roja pêncşemê yen li bajarokê Cisir El-Şuxûrê yê nêzîkî Îdlibê hat kirin.

Di êrişa Rûsyayê de gelek çekdarên Partiya Îslamî ya Tirkistanê hatibûn kuştin

Rêveberê SOHRê Ramî Ebdulrehman ji AFPyê re got:

“Çekdarên Ensar El-Tewhîd û Partiya Îslamî ya Tirkistanê tunelên ku di bin çeperên artêşê de kolabûn teqandin.

Di heman demê ji tunelên din ên başûrê Idlibê êrişeke hevwext kir û di encamê de 11 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.”

Ramî Ebdulrehman herwiha anî ziman:

“Dema ku şerê dijwar berdewam dikir, 2 cîhadiyan xwe teqandin û dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir be.”

Endamên Partiya Îslamî ya Tirkistanê ji bo ku di nav rêzên grûpên çekdar de şer bikin piştî sala 2011an çûn Sûriyeyê.

Di nav wan grûpên ku endamên Partiya Îslamî ya Tirkistanê tevlî bûne de Desteya Tehrîr El-Şamê jî heye.

Desteya Tehrîr El-Şamê, nêzîkî nîvê parêzgeha Îdlibê û li çend herêmên parêzgehên cîran Heleb, Laziqiye û Hemayê kontrol dike.

Li herêmê 3 milyon kesên ku nîvê wan koçber in dijîn.

Roja înê 7 endamên Desteya Tehrîr El-Şamê di encama bombebarana hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst