Nûnerê ENKSê: Hilbijartinên Sûriyê şano ne

26-05-2021
RÛDAW
Şelal Gedo, Nûnerê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) di Îtîlaya Opozisyona Sûriyê de beşdarî bultena Rûdawê bû
Şelal Gedo, Nûnerê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) di Îtîlaya Opozisyona Sûriyê de beşdarî bultena Rûdawê bû
Nîşan ENKS Sûriye Kurd Hilbijartin PYNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê ENKSê di Îtîlaya Opozisyona Sûriyê de dibêje, Sûriye ne di wê rewşê de ye ku hilbijartineke demokratîk encam bide û diyar dike, “Ji roja ku Beis bûye desthilat heta niha hilbijartinên Sûriyê şano ne. Beşdariya Kurdan dibe întîxar.”

Şelal Gedo, Nûnerê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) di Îtîlaya Opozisyona Sûriyê de beşdarî bultena Rûdawê bû û hilbijartinên serokatiya Sûriyê kir ku îro birêve diçin.

Şelal Gedo amaje bi rewşa Sûriyê û şerê navxwe yê li wî welatî dike ku ev zêdetirî 10 sal in berdewam e û dibêje, “rewş ciyawaz e û niha Sûriye bûye dewleteke faşil, ne tenê Kurd piraniya xelkl Sûriyê beşdarî hilbijartinan nabin.”

Nûnerê ENKSê behsa wê jî dike ku niha zêdetirî nîviya axa Sûriyê ne di bin kontrola rejîmê de ye û xelk deng nadin.

Li ser rola Kurdan û beşdarnebûna wan di hilbijartinên serokatiya Sûriyê de Gedo dibêje, “Kurd, rejîm û hilbijartinê rewa nabînin. Eger Kurd beşdar bibin, bi baweriya min xwe întîxar dikin. Niha piraniya xelkê ne bi rejîmê re ye û gelo maqûl e Kurd bi rejîmê re bin!”

Li ser sedema destnîşannekirina ti berbijêrekî bo hilbijartinên serokatiya Sûriyê jî Gedo diyar dike, “Eger Kurd eger bibin şirîkê vê şanoyê dê tedayê li xwe bikin. Ji dema ku partiya Beis ji 1963an ve bûye desthilat, hilbijartinên Sûriyê çi parlamento û çi jî serokatî bin, şano ne.”

Di hilbijartinên serokatiyê yên vê carê de du rikaberên Beşar Esed hene û Şelal Gdo derbarê vê yekê de jî dibêje, 10 rikaber jî hebin, encam diyar e û “Esed dê bi rêjeyeke gelek bilind bibe Serokê Sûriyê bo 7 salên din. Lê xelk vê rejîmê rawa nabîne.”

Hilbijartinên serokatiya Sûriyê îro birêve diçin û di hilbijartinên vê care de, tevî serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed, Mehmûr Merhî û Ebdullah Sellûm Ebdullah jî bûne namzed.

Piraniya aliyên Kurdî û bi taybet ENKS û PYNKê jî ew hilbijartin boykot kirine û ragihandine ew hilbijartin ne rewa ne.

Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Sûriyeya Demorkatîk jî pêştir ragihandine, ku ew beşdariyê di hilbijartinan de nakin û rê bi lidarxistina wan hilbijartinan di navçeyên di jêr kontrola xwe de jî nadin.

Tevî wê yekê hikûmeta Sûriyê li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê, li çargoşeyên emnî 157 sindoqên dengdanê danîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst