Îsraîlê zavayê Hesen Nasralah jî kuşt

6 demjimêr berê
Nîşan Hesen Nasrulah Zava Kuştin Şam Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Zavayê Hesen Nasralah li Şama paytexta Sûriyeyê di êrişeke Îsraîlê de hat kuştin.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah jî 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hatibû kuştin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragiahd ku Îsraîlê şeva borî êrişî Şamê kiriye.

Li gorî nûçeya SOHRê, di vê êrişê de 3 kes hatine kuştin ku yek ji wan zavayê Nasralah ê bi navê Hesen Cafer Qesîr e.

Hat ragihandin ku di vê êrişê de avahiyeke li Taxa Mezeyê hatiye hedefgirtin û 3 kes mirine û 3 kes jî birîndar bûne.

Hesen Cafer Qesîr birayê fermandarê Hizbulahê yê bi navê Mihemed Cafer Qesîr bû ku li Beyrûta paytexta Libnanê ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin.

Li hêla din, balafirên şer ên Îsraîlê şeva borî çar caran Beyrûta paytexta Libnanê jî bombebaran kir.

Di vê êrişê de 5 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst