Li Idlibê hejmareke zêde ya nexweşên penceşêrê li hêviya çareseriyekê ne

26-04-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li Idlibê hejmareke zêde ya nexweşên penceşêrê li hêviya çareseriyekê ne
Li Idlibê hejmareke zêde ya nexweşên penceşêrê li hêviya çareseriyekê ne
Nîşan Idlib Penceşêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Navenda Bijîşkî ya Sûrî Amerîkî li parêzgeha Idlibê hejmareke zêde ya nexweşên  pênceşêrê li benda wergirtina çareseriyê ne ku piştî erdheja 6ê Sibatê, nema dikarin weke berê, bi rêya Tirkiyê çareseriyê werbigirin.

Gazina bijîşk û nexweşxaneyan ji nebûna amûrên pêwîst heye û dibêjin ku ev yek jî dibe sedema rawestana çareseriya tendirustî ji bo hezaran nexweşan.

Ev beşê penceşêrê ye, li Navenda Bijîşkî ya Sûrî – Amerîkî li parêzgeha Idilibê ya bakurê rojavayê Sûriyê, ku li jêr destê Tirkiyê û grûpên çekdar e.

Hejmareke gelek ji tûşbûyên pênceşêrê çaverêyî wergirtina çareseriyê ne ku piştî erdheja 6ê Sibata borî, nema ew dikarin weke berê, bi rêya Tirkiyê çareseriyê werbigirin, ji ber ku sînor hatine girtin, êdî rewşa wan zehmet bûye.

Rêveberê Tîma Mulhim a Xêrxwaz a Xwebexş Ebdelle Sweyyid anî ziman, “Piştî erdheja dawî ku li navçeyê da, bi hezaran nexweşên penceşêrê li cem me hene, rewşa wan a darayî gelekî xirab e, berê diçûne Tirkiyê, lê di vê demê de, sînorên Tirkiyê hatin girtin, ti nexweş êdî nikare çareseriyê li Tirkiyê bibîne, tevî ku çareseriya heyî tenê li Tirkiyê ye. Lê aniha li navçeya Bakurê Rojavayê Sûriyê, dermanên ku hene kêm in, û têra hemû tûşbûyan nakin, pêwîstiya wê bi destêwerdaneke navdewletî ya mezin heye, ji bo ev kêşe bê çareserkirin. Em rasît hezaran nexweşn penceşêrê ne, em li dewletekê ne binemayên jiyanê tê de nînin, kerta bijîşkî lê nikare çareseriya hemû nexweşên penceşêrê bike, li navçeya ku em lê dimînin.”

Gazina bijîşk û nexweşxaneyan ji nebûna amêrên pêwîst heye. Ev yek jî dibe sedema rawestana çaresriya tendirustî ji hezarên tûşbûyan re.

Pizîşkê penceşêrê Ebdulrezzaq Bekkûr got, “Hinek caran pêwîstiya me bi wêneyan heye ji bi nirxandina qonaxa çareseriyê ku em gihiştinê, lê hin amêr li cem me peyda nabin, lewma divê nexweş biçe Tirkiyê, tenê ji bo wênetyekî werbigire û vegere cem me, pêwîstiya hin wereman jî bi çareseriya kîmyewî heye, weke nimûne, kesê tûşbûyî şeş danan çareseriya kîmyayî werdigire, piştre pêwîstiya wî bi qonaxeke çareseriya bi tîşkê heye, piştre em çareseriya kîmyayî berdewam dikin. Em digihêjin qonaxa çareseriya bi tşîkê û em radiwestin, ti karîn nîne ji bo çarseriya bi tîşkê, êdî çareserî kêm e, û ne li gorî pêwîst e ji bo van nexweşan.”

Di nav tûşbûyan de, jin, zilam û zarok hene, bêyî ku derfeta çareseriyê peyda bibe.

Dayika zarokekî tûşbûyê penceşêrê Yasmîn Mihemed got, “Min çareseriya kurê xwe li Tirkiyê dikir, piştre em bi molet hatin vê derê, erdhej çê bû, êdî dema me xwet em vegein, wan ji me re got, sînor hate girtin. Rewşa vî zarokî gelekî aloz bûye û zehmet bûye. Çi doktorê ku em serdana wî jî dikin ji me re dibêje, çareserî li vê derê nîne. Bi Xwedê rewşa wî gelekî xirab e.”

Hebûna 3 hezar 300 tûşbûyên penceşêrê, li gorî amarên Tendirustiya Idlibê, herwiha rêpênedana derbasbûna bo Tirkiyê ji 1 hezar û 200 tûşbûyî re, wiha jî vegera 400 tûşbûyî bo Tirkiyê bi sedema nebûna derman, amêr û çareseriyê, li navçeyên Hikûmeta Demkî ya Opozisyonê, bûne alingariyên mezin li ber bijîşk û tûşbûyan û kesûkarên wan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst