Li Efrînê teqîn: Kuştî û birîndar hene

18-11-2023
RÛDAW
Nîşan Penceşêr Rojavayê Kurdistanê Efrîn Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola Tirkiye û hêzên mixalif ên Sûriyeyê de ye, teqînek çêbû.

Li gorî ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyeyê AAyê, li Efrînê bi barhilgereke bombebarkirî êriş hat kirin.

Êriş li nêzîkî xaleke kontrolê ya daketina navenda Efrînê çêbûye.

Li gorî AAyê di wê êrişê de 15 kes birîndar bûn.

Li aliyê din, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê jî derbarê teqînê de daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê, teqîn li nêzîkî rêbenda El-Qewsê ya her du grûpên Polînsên Sivîl û Polîsên Leşkerî çêbûye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê diyar kir ku di encamê de kuştî û birîndar hene.

Heta niha kes an jî aliyekî berpirsyariya êrişê hilnedaye ser xwe.

Navenda Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Adara 2018an ji aliyên hêzên Tirkiye û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ve hatibû dagirkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst