Daketina lîreyê Tirkiyê bandoreke mezin li bakurê Sûriyê kiriye

23-07-2023
Loloxan
Daketina lîreyê Tirkiyê bandoreke mezin li bakurê Sûriyê kiriye
Daketina lîreyê Tirkiyê bandoreke mezin li bakurê Sûriyê kiriye
Nîşan Sûriye Lîreyê Tirkiyê Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiye û grûpên çekdar ên girêdayî wê de ji ber ku bi lîreyê Tirkî danûstendin dikin, bi daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dalarê Amerîkî bandoreke mezin bazarên herêmê kiriye.

Li bazara bajarokê Etaribê ya li rojavayê parêzgeha Helebê ya Sûriyê bazirgan, dikandar û xelk ji ber daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî dinalînin.

Bi bilindbûna bihayê dolar re bihayê keresteyên xwarinê jî zêde dibe û şiyana kirînê ya xelkê namîne.

Dikandar Umer Nasîf got "Qotîka Mortadella yan zeyta xwarinê xelkê duh bi nirxekî dikirîn, îro bi nirxekî cuda ne û sibe bilindtir dibin. Herifîna lîreyê Tirkî pirsgirêk li vir çêkiriye. Tiştên ku me di hefteyekê de difrotin niha em wan di du sê hefteyan de difroşin."

Daketina nirxê lîreyê Tirkî ne tenê bandor li bazarên bakurê rojavayê Sûriyê kiriye, lê bandor li heqdestê karker û kedkaran jî kiriye.

Şînkayîfiroş Ehmed Nimir got "Sermiyanê ku me deyn kiribû dolar bû, ez niha nikarim bidim, min gelek ji dest daye. Kedkarê li ba min roja wî pêncî lîreyên Tirkî ye, dema ku hezar lîre bermberî sed dolaran bû, lê niha du hezar û 750 lîre beramberî sed dolaran e û hê jî heqdestê kedkar 50 lîre ne, ez nikarim xebatkarên xwe bilind bikim, êdî ezê bixesirim."

Desthilatdarên ser bi hikûmeta demkî ya opozisyonê jî dibêjin ew beramberî herifîna nirxê lîreyê Tirkî nikarin tiştekî bikin.

Serokê Encûmena Xwecihî ya Etarib Wail Hac Bekkûr diyar kir "Lîreyê Tirkî bi awayekî dramatîk dadikeve û hê jî heqdestê rojane yê karker wek berê 30, 50 yan 60 lîre ye. Lewra dahata xelkê gelekî kêm bûye."

Temûza 2020an, her du hikûmetên demkî ya opozisyonê li bakurê Sûriyê û Inqaz a Desteya Tehrîr el-Şam biryar dan li navçeyên wan danûstandina bazirganî bi lîreyê Tirkî be, ew jî bi hinceta ku wê demê bihayê lîreyê Sûrî li beramberî dolar dadiket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst