SOHR: Ji sala 2011an ve 610 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin

23-06-2022
RÛDAW
Nîşan Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), ji sala 2011an ve 610 hezar kes hatine kuştin ji wan 168 hezar û 849 çekdar û leşkerên ser bi hikûmeta Sûriyê ve ne.

Çar leşkerên artêşa Sûriyê, li bajarê Himsê, bi êrîşeke li ser basa wan, hatibûn kuştin.

Ew 4 serbazê artêşa Sûrî li ser rêya navbera bajarên Reqa û Himsê, li bakurê Sûriyê rastî êrîşekê bûn û hatin kuştin.

Li gorî hin zanyariyan jî, ew êrîş ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, hatibû encamdan.

Di daxuyaniyekê de ji Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê de, 11 leşker û 2 welatiyên sivîl di êrîşekê de li ser basekê li navçeya (Elcîre) hatibûne kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Her li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji tevaya 610 hezar kuştiyên şerê Sûriyê, ji hemû aliyan, di dema 11 salan de, 168 hezar û 849 çekdar û leşkerên ser bi hikûmeta Sûriyê hatine kuştin.

Ji wan 91 hezar û 267 leşkerên artêşa hikûmeta Sûriyê ne. 67 hezar û 242 çekdarên ser bi hikûmetê û Îran û Rûsya. 8 hezar û 628 çekdarên biyanî yên din ên ne Sûrî, yên alîgirên hikûmeta Sûriyê, hatine kuştin ku 1 hezar û 712 çekdarên Hizbullaha Lubnanê ne.

Sala 2020an jî, di êrîşekê de li ser rêya sereke ya Dêre Zorê, 28 kes hatin kuştin, ku piraniya wan leşkerên Sûrî bûn.

13ê Gulana 2022an, bi heman awayî 10 leşkerên artêşa Sûrî li Helebê hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst