Li Sûriyê 24 kes hatin bidarvekirin

22-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyê sizayê bidarvekirinê li ser 24 kesan cîbicî kir ku bi vêxistina agir li daristanên wî welatî di havîna par de hatibûn tometbarkirin. Di şewatên dawiya havîna sala bihorî de li daristanên Sûriyê 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi hezaran hektar daristan jî şewitîbûn.

Wezareta Dadê ya Hikûmeta Sûriyê roja Pêncşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan 24 tawanbar li gorî qanûna rûbirûbûna terorê ya hejmar 19, îdam kirine.

Li gor Wezareta Dadê ya Sûriyê, ew kes bi "organîzekirina êrîşên terorî ku zirarê didin binesazî û milkên giştî" hatine tohmetbarkirin.

Ew kes piştî bûyerên şewatê yên li daristanên Laziqiye û Tertûsê yên Sûriyê hatibûn girtin û bi vêxistina agir hatibûn tohmetbarkirin. Dadgehê ew kes bi şewitandina 280 gundan û bajarokên li Laziqiyê, Himis û Hema tohmetbar kiribûn.

Wezareta Dadê ya Sûriyê dibêje ku ew kesên tawanbar karên terorî kirin ku bûne sedema kuştina xelkê û gihandina ziyanan bi mal û milkê giştî û taybet.

Heman wezaretê destnîşan kiriye, ku 11 kes ji tohmetbaran jî bi cezayê heta hetayî hatine mehkûmkirin.

Di Cotmeha 2020an de li Sûriyê bi taybetî li Laziqiyê û Humsê li gelek cihan şewat derketibû, bi hezaran hektar daristan şewitîbûn û hin avahî jî zirar dîtibûn.

Piştî şewatê, Serokê Sûriyê Beşar Esed serdana herêmên şewatê kiribû û bi xelkê herêmê re hevdîtin kiribû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst