Pisporan piştî civînên Astanayê peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê nirxandin

22-06-2023
Hisên Omer
Pisporan piştî civînên Astanayê peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê nirxandin
Pisporan piştî civînên Astanayê peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê nirxandin
Nîşan Civînên Astanayê Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dawîhatina bîstemîn xola hevdîtinên Astanayê, peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê û egerên pêşveçûna prosesa asayîkirina wan bûne cihê şîrove û pêşbîniyên siyasetmedar û pisporên dosyeya krîza Sûriyê. Rêveberê Navenda Rastiyê Ebû el-Mecid Nasir diyar kir ku Tirkiye ji penaberên Sûrî re “Malên biçûk ku nişteciyan ji germahî û sermayê naparêzin çê dike da ku ev xelk bibin wekî pasevanên sînorî ji bo Tirkiyê.”

Ji Sakremanto, paytexta Kalîforniya Mamosteyê Yasaya Navdewletî Dr. Mihemed Şakir ji Rûdawê re got, armanca Tirkiyê ji pêwendiya li gel Sûriyê jinavbirina HSDê ye.

Mamosteyê Yasaya Navdewletî Dr. Mihemed Şakir anî ziman, “Prosesa siyasî li Sûriyê ne di bala Tirkiyê de ye, ne ji dûr û ne ji nêzîk lê ew dixwaze guvaşê li rejîma Sûriyê bike ji bo jinavbirina HSDê. Axaftinên xerîb ji aliyê Tirkiyê tên kirin ji rejîmê dixwaze ku gavên bêhtir biavêje ji bo çareserkirina vê babetê. Her wiha diyar e ku hin nîşan ji Tirkiyê hene derbarê pêwendiya kompleks û kûr a hin baskên PKK bi Şamê re.”

Ji Parîsê, Rêveberê Navenda Rastiyê Ebû el-Mecid Nasir ji Rûdawê re got, Tirkiye dixwaze penaberên Sûrî wekî pasevanên sînor bikar bîne.

Rêveberê Navenda Rastiyê Ebû el-Mecid Nasir got, “Tirkiye bi aliyê projeyê xwe yê xewnê de diçe ku dirustkirina kantonekê ye li bakurê Sûriyê, bi rûbereke destnîşankirî, bi panî û dirêjiyeke destnîşankirî lê vê carê bi rêya alavên nerm, bi rêya derkirina Sûriyan ji Tirkiyê û niştecîkirina wan di malên bi çîmento avakirî de, malên biçûk ku nişteciyan ji germahî û sermayê naparêzin da ku ev xelk bibin wekî pasevanên sînor ji bo Tirkiyê.”

Piştî bidawîhatina civînên vê xolê yên Astanayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Kazaxistanê ragihand ku êdî welatê wî mêvandariya van civînan nake.

Lê Alexandre Lavrêntiyêv, şandiyê serokê Rûsyayê ragihand ku danûstandinên Astanayê dê berdewam bibin her çiqas ku cihê wan were guhertin jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst