UNICEF: Ji %26ê pêketiyên kolêra li Sûriyê zarokên di bin 5 salî re ne

21-10-2022
RÛDAW
Nîşan UNICEF Kolêra Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - UNICEF dibêje ji sedî 26ê wan kesên li Sûriyê bi kolêrayê ketine zarok in û hişyariyê jî li ser berferehbûna kolêrayê li kampên koçberan dide û diyar kir ku ji %26ê pêketiyên kolêra li Sûriyê zarokên di bin 5 salî re ne.

Roja Pêncşemê 20ê Cotmehê, sindoqa alîkariya zarokan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve UNICEFê di raporekê de gotiye, ji sedî 26ê pêketiyên kolêrayê li Sûriyê zarokên di bin 5 saliyê re ne û dibêje hejmara wan zarokên ku bi kolêrayê ketine, berdewam zêde dibe.

Di beşekî rapora UNICEFê de, behsa wê yekê tê kirin ku li her 14 parêzgehên Sûriyê 5 hezar û 856 pêketî bi zikçûnê hatine tomarkirin, li gorî raporê 12 ji wan bi kolêrayê ne. Dibêje jî ew navçeyên ku pêketina kolêrayê li wan zêde ye, ew navçe ne ku pirisgirêka avê li wan heye.

UNICEF dibêje, 65 pêketî li 10 kampên koçberan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din li bakurê rojhilatê Sûriyê hatine tomarkirin, di nav wan de 2 pêketî li kampa Serê Kaniyê li Heseke ne. Hevdem 441 pêketiyên din jî li kampên Cerablus, Efrîn û Azazê li bakurê rojavayê Sûriyê hatine tomarkirin.

Li gorî Tendirustiya Cîhanî li Sûriyê, ji 25ê Tebaxê û heta nîvê Cotmehê, 75 kesan ji ber kolêrayê canê xwe ji dest dane, û 20 hezar û 14 kesên din jî bi kolêrayê ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst