“Sûriye bêyî ku ti lêpirsîn li ser tawanên şerê navxwe bên kirin vedigere Komkara Erebî”

19-05-2023
Loloxan
Mamosteyê Zanîngeha Saint Joseph a li Beyrûtê Dr. Elî Ewin
Mamosteyê Zanîngeha Saint Joseph a li Beyrûtê Dr. Elî Ewin
Nîşan Komkara Erebî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lûtkeya Komkara Erebî li bajarê Cedde yê Erebistana Siûdiyê birêve çû ku gelek şîrove li ser vegera Sûriyê heye û gelek karvedan jî hene. Mamosteyê Zanîngeha Saint Joseph a li Beyrûtê Dr. Elî Ewin ji Rûdawê re got, “Tişta ecêb ew e ku Esed vedigere Komkara Erebî bêyî ti lêpirsîn derbarê tawanên şerê navxwe li gel bê kirin.

Di dema ku welatên Ereb peywendiyan li gel Sûriyê asayî dikin û Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed li Lûtkeya Komkara Erebî li bajarê Cedde yê Siûdiyê amade dibe, wêraniya şerê navxwe yê 12 salan li vî welatî hatiye paşguhkirin.

Mamosteyê Zanîngeha Saint Joseph a li Beyrûtê Dr. Elî Ewin anî ziman, “Ne tiştekî ecêb e dema Sûriyê vedigere civîn Komkara Erebî, ji ber piraniya welatên Erebî dîtin ku dûrxistina Sûriyê yan guhertina rejîma Sûriyê di vê demê de zêde zehmet e lê tişta ecêb ew e ku vedigere Komkara Erebî bêyî ti lêpirsîn derbarê tawanên şerê navxwe li gel bê kirin, ev yek peyameke xirab e ji bo welatên cîran û navçeyê dişîne.”

Derbarê pêgeha opozisyona Sûriyê de li gel van pêşhateyên mezin li navçeyê û her wiha destpêşxeriya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîza Sûriyê Mamosteyê Zanîngeha Saint Joseph a li Beyrûtê Dr. Elî Ewin got, “Bi rastî di bingehê de opozisyon li Sûriyê nîne, em behsa 12 salên şer dikin ku opozisyonê pêgeha xwe ji dest daye, niha tenê li navçeya Idlibê çend grûpên Îslamî yên terorîst şerê rejîmê dikin, di dema Kurd li Sûriyê bûne qurbaniyên nakokiyên Tirkiye û Sûriyê, her wiha qurbaniyên hev têgihiştinên siyasî ku ew ji Amerîkayê re ne mijareke pêşînî ne.”

Ji aliyê xwe ve, nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo dosyeya Sûriyê Gier Pedersen dibêje, niha derfeteke mezin ji bo Sûriyê çêbûye, divê hemû alî bi hev re bi rêya proseya pêngav bi pêngav krîza vî welatî çareser bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst