Sekûler û çepên Tirk: Bi serkeftina Îmamoglu li me cejn û bihar e

19-04-2019
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Ekrem Îmamogu weke serokê nû yê Şaredariya Stenbolê dest bi kar bû.
Ekrem Îmamogu weke serokê nû yê Şaredariya Stenbolê dest bi kar bû.
Nîşan Tirkiye Stenbol CHP Sekûler Çepên Tirk Îmamoglu Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Piştî 17 rojan di ser hilbijartinên herêmî yên Tirkiye re, girêfeka bajarê Stenbolê verisî. Desteya Bilind a Hilbijartinan YSK piştî ji nû ve hejmartina dengan dawî li nakokî û ragêşiya du aliyên civaka Tirkiye anî û destûrnameya birêvebirina bajarê Stenbolê da Ekrem Îmamoglû. Sekûler û Kemalîstên ku wan di nava 20 salan de kelehên xwe yên herî mezin ji dest dabûn, di şahiya serkeftinekê de ne ku ji bo wan dîrokî ye. Lê rikeberiya herdû aliyan dê li dadgehan berdewam bike.

 

Çîroka dûr û dirêj dawiya dawî gihîşt encamê û li Stenbolê serdemeke nû destpêkir. Piştî 25 salan desthilata mezintirîn metropola Tirkiye ket destê koalîsyona sekûleran. Her çiqasî pêşenê vê koalisyonê sekûlerên Kemalîstbin jî, laîsîstên netewperest û beşeke kurdan jî di amadehiya vê guherînê de cîh girtin. Mutedeyîn û oldarên vî welatî kontrola ji sedî 31ê aboriya Tirkiye ji dest dan.

 

Sekûler vê encamê weke 'şoreş' bi nav dikin û ew dibêjin, li me cejn û bihar e.

 

Welatiya bi navê Nazli Ozhan kêfxweşiya xwe bi serkevtina Ekrem Îmamoglu tîne ziman û dibêje: “Ez pir bi kelecanim. Pir. Serokê Mezin Serokê mezin.”

 

Necla Ozkan jî nerîna xwe wiha tîne ziman “Îro roja me ya herî bextewer e. Ew roj li me pîroz be. Welatê me rizgar bû. Welatê me ji ew desthilatadespot rizgar bû.”

 

Huseyîn Bozkûrt dibêje, ji wan re rojeke xweş e ku Îmamoglu weke şaredarê nû yê Stenbolê dest bi kar dibe û tekez dike: “Ji ber ku edalet cîbicîbû bûye em di rojeke gelekî xweş de ne. Hêvîdarim her wisa bimîne. Bila ew rewşa ragêş êdî bi dawî bê em karibin bi bextewarî bijîn.”

 

Denîz Sevîk jî serkevtina Îmamoglu weke serkevtina dadperweriyê bi nav dike û dibêje: “Ji bo normalbûna Tirkiyê ew tablo pêwîst bû. Edaletê cihê xwe dît.”

 

Ekrem Îmamoglû hêmaya vê guherîna mezin di van rojan de li Tirkiyê kesê herî bi qîmet û xwedî xatir e.

 

Bi milyonan kes wî weke nûjenkirê serfiraziyên Atatûrk dibînin. Xelkekî zêde tenê ji bo dîtina wî ya ji nêz ve hevû din berling dikin. Kesên ku destê wan gihîştibe destê wî weke ku bîranîna herî mezin ya temenê xwe tomar kiribin. Îmamoglû ji bo beşeke civakê bûye weke şekirê Qeyseriyê. Gotara wî ya ewil ya piştî wergirtina destûrnameyê jî kir ku eleqeya beşên mayî ên civakê jî bi vî ve biherike.

 

Cîgirê Serokê CHP Velî Agbaba ji Rûdawê re ragihand: “Li ser xêrê be yê ku heq kir biserket û îro mazbata xwe bidest xist. Maf û hiqûq û edalet gihîşte cihê xwe. Bihar hat Stenbolê û Tirkiye û bi xwe re jî hizûrê anî welêt.”

 

Her çiqasî encam di berjewendiya CHP-ÎYÎ Partî û beşên din ên opozisyonê de piştrast bûye jî, AK Partî an beşa mayî ya civakê hîna jî qayîl nîn in.

 

Prose ji desteya bilind derbas bû lê dê li qada dadweriyê berdewam bike. Serlêdana awarte ji bo betalkirina hilbijartinê hate kirin. Ew proseyek dûrtir û dirêjtire lê rikeberî wê li meclisa şaredariyê berdewambe ji ber ku AK Parti 187, CHP 121 ve MHP 2 jî du endam hene. Ew jî pirseke girîng e bo rojên pêş di hevrikiya oldar û sekûleran de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst