Germahiya zêde karê hesinkaran girantir kiriye

18-08-2023
RÛDAW
Germahiya zêde karê hesinkaran girantir kiriye
Germahiya zêde karê hesinkaran girantir kiriye
Nîşan Sûriye Germahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pênc birayên ji Mierret Numanê, li dikaneke biçûk a li Idlibê di kelekela vê havînê de ji sibehê heta êvarê mijûlî lêdana hesin in.

Xwêdana reş û şîn bi ser rûyên wan de tê xwarê lê neçar in bixebitin.

"Ev germ me dikuje"

Hesinkar Murad Heddad li ser germahiyê û karê xwe got:

“Ev germ me dikuje. Em zû têne kar û debara jiyana xwe dikin. Şeş zarokên min hene û bi zehmetî dikarim xwarina wan peyda bikim. Xwêdan jî me dikuje.”

Germahiya ku îsal pileya rekor a dîrokê tomar kiriye, astengî ji bazirganên re Sûriyeyê çêkiriye.

Bêhtir bandora seqayê li ser wan hesinkaran heye ku ewqasî li ber kûreya agir dixebitin.

Kesekî wekî Murad, eger rojane şeş demjimêran li hesin nede, nikare pêwîstiyên zarok û mala xwe dabîn bike.

"Em heta şevê li ber vî agirê dijwar in"

Hesinkar Murad Heddad herwiha anî ziman:

“Berê sibehê em zû ji xewê radibin û heta şevê li ber vî agirê dijwar in. Êdî em nikarin xwe li ber vê germahiyê bigirin.

Em zû têne kar daku hinekî ji germahiyê dûr bin lewma em gelekî azar û germahiyê diçêjin.”

Ew 5 birayên hesinkar li ber kûreya agirê gur, çay û qehweyê amade dikin û bi wê germahiyê vedixwin.

Eger ne vexwarina aveke zêde be, roja wan naçe serî.

Kêfxweş in ku nanê dest û zendên xwe dixwin

Herçiqasî ne hêsan e lê ew 5 bira kêfxweş in ku nanê dest û zendên xwe dixwin.

Li gorî amarekên Neteweyên Yekbûyî ji 4,5 milyon kes li herêmên di kontrola muxalefeta Sûriyeyê de dijîn.

Ji vê hejmarê 4,1 milyon kes pişta xwe bi alîkariyên mirovî girê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst