Berpirsekî El-Nusraya berê hat kuştin

23-03-2025
Nîşan Desteya Tehrîr El-Şamê Kuştin Îdlib El Nusra
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komeke çekdar, li çoltera Îdlibê berpirsekî Desteya Tehrîr El-Şamê (El-Nusraya berê) kuşt.

Rawengeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku navê wî Ebû Xalid El-Îraqî El-Samerrayî ye.

SOHR daxuyand ku El-Samerrayî li çoltera parêzgeha Îdlibê ya li rojavayê Sûriyeyê bi guleyên komeke çekdar hatiye kuştin.

Ebû Xalid El-Îraqî El-Samerrayî hilgirê regeznameya Îraqî bûye û ew li ser rêya Dilbya-Silqînê hatiye.

Ew berê li Dêrezorê bû, pişt re çûye bakurê Sûriyeyê û li wê derê bûye muxtarê Îraqiyan.

SOHRê li ser koma çekdar a ku Samerrayî kuştiye ti agahî nedane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst