Lîreyê Sûrî li hember dolarê Amerîkî ber bi hilweşînê ve diçe

12-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Lîreyê Sûrî li hember dolarê Amerîkî ber bi hilweşînê ve diçe
Lîreyê Sûrî li hember dolarê Amerîkî ber bi hilweşînê ve diçe
Nîşan Sûriye Lîreyê Sûrî Dolarê Amerîkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyê rewşa aboriyê her ku diçe xirabtir dibe. Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, ev yekemîn car e ku nirxê dolar digihe 10 hezar Lîreyên Sûrî. Xelk di rewşeke zehmet de ne û dibêjin êdî nema dikarin debara jiyana xwe bikin.

Şama peytexta Sûriyê, weke hemû bajarên din ên wî welatî, wiha jî, navçeyên Rojavayê Kurdistanê, ketine jêr bandor û encamên daketina bihayê lîreya Sûrî li beramber pereyên biyanî, bi taybetî dolarê Amerîkî. Ji ber vê rewşê firoşyar, bazirgan û kiryaran heye gazina gazinan dikin.

Firoşyar Ebû Refîi got “Êdî divê em amêrên hejmartina pereyan bikar bînin, em nema di ber hejmartina pereyan re digihên, fatûreyeke biçûk a Pepsî bi milyonek û 825 hezar lîreyan bû, wiha hejmartina pereyan nîv demjimêr ji me bir.”

Di demekê de ku mûçeyê mamnavendî yê fermanberên Sûrî, derdora 130 hezar lîreyê ye, ango nêzîka 13 dolaran e, bi daketina bihayê pereyên Sûrî heta bêhtir ji 10 hezar û 200 lîreyan li beramber yek dolarî, nîşanên helawsan û înflasyonê bêhtir diyar dibin.

Nişteciyê Şamê Ebû Şadî dibêje “Her rojê ji ya din buhatir e. Ev yek jî dihêle em bêzar bibin, yekem tiş ew e ku karîna mirov nema li gorê ye, û eger kesek bixwaze tiştekî ji pêdiviyên girîng ji bo malê bikire, êdî pêwîst e gelek pereyan hilgire, û pêwîstiya wî bi çenteyekî heye da bikaribe rahêje pereyan, ji ber ku bêrîkên wî nema têrê dikin.”

Piştî nêzîka 12 sal û 4 mehan ji krîza Sûriyê, ji Adara 2011yan ve, ku heta wê demê bihayê pereyên Sûrî, bi derdora 45 lîreyan bû, li beramber yek dolarê Amerîkî, cudabûna nêzîka 10 hezar û 155 lîreyan, ji wê demê ve, heta niha, çê bûye.

Zanyariyên Neteweyên Yekbûyî diyar dikin ku 90 ji sedî ji welatiyên Sûriyê hejar in.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî jî ragihandiye ku 12 milyon kes li wî welatî ji ber nebûna ewlehiya xwarinê dinalin.

Ev yek di demekê de ku, Encûmena Asayişê ya Navdewletî jî, roja Sêşema bûrî, negihişte biryarekê ji bo dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyên mirovî bo navçeyên bakurê rojavayê wî welatî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst